Kerkûkî: Bûyera Roboskê wîjdana hemû mirovdostan hejand
Kekmal Kerkûkî serokê parlamentoya Kurdistanê duhî, roja çarşemiyê 04.12.2012 li ofîsa xwe ya tyabet li avahiya parlamentoya Kurdistanê pêşwazî li Aydin Selcen konsulusê konsulxaneya Tirkiyeyê ya li Hewlêrê kir.
Di dîdarekê de, serokê parlamentoya Kurdistanê behsa kuştina 35 hevwelatiyên sivîl yên kurd xelkê Roboskê li wîlayeta Şirnexê ku ji aliyê balefirên şerî yên Tirkiyeyê ve hatbûn kuştin kir û got:
– Parlamentoya Kurdistanê li hember wê bûyera xemgîn dilgirane û wê kiryara balefirên leşkerî yên Tirkiyeyê li dijî hevwelatiyên sivîl xelkê gundê Roboskê sermezar dike. Parlamentoya Kurdistanê ji bilî nîşandanan hevxemiyê herwesa daxazê ji hikûmet û aliyên peywendîdarên Tirkiyeyê edike ku lêkolînê bikin û ji bona ku di pêşerojê de bûyerên bi vî awayî dubare nebin pêngavên cidî pavêje.
– Canjidestdana her mirovekî bi neheqî, ji çi netewe, ol û li ser çi bîrûbawer be bila bibe, tawane û cîyê dilgiraniyê ye. şehîdkirina wan hevwelatiyên sivîl û bê tawan ku mijûlî peydakirina qutê xwe yê rojane bûn û bi sadetirîn jiyan dirazîbûn, wîjdana hemû mirovdostan hejand û ez bawernakim ku berprisên Tirkiyeyê jî bi vê bûyerê dilgiran ne bibin. Kiryarên bi vî awayî di berjewendiya tu aliyan de nînin.
Kemal Kerkûkî serokê parlamentoya Kurdistanê di dîdara digel konsulusê Tirkiyeyê, helwesta herêma Kurdistanê dubare kir û got ku bi şer û şidetê tu carî pirsgirêka li Tirkiyeyê nayê çareser kirin û pêwîste pirsa kurd li Tirkiyeyê bi piroseyeke demokratîk bê çareser kirin, serdema desr birin bi çekî û bikaranîna ûiedtê bo çareserkirina pitsgirêkan çû.
Ji aliyê xwe ve Aydin Selcen konsulusê konsolxaneya Tirkiyeyê ya li Hewlêrê sipasiya hevxemî û dilgraniya serokê perlamentoya Kuridstanê ya li hember bûyera Roboskê kir û got:
– Serokkomar. Serokwezîr û berprisên bala yên Tirkiyeyê jî li hember wê bûyerê dilgitan û xemgîn in. Berpirsên bala yên Tirkiyeyê di daxuyaniyên xwe de ev yek eşkere kirye û lêkolîn li ser wê bûyerê berdewm e, û li gor qanûnê dê tezmînat ji xêzan û malbatên şehêda re bê dayîn.
Selcen got jî ku tu kes bi wê yekê re nine ku lêkolîna derbareyê wê bûyerl bê gîrokirin û pêwîste sedemên wê eşkere bibin.
Civîna serokê parlamentoya Kurdistanê digel konsulusê Tirkiyeyê