Civak

Aktar: Pirsa kurd bi şer çareser nabe

Li gundê Roboskiyê nûnêrên 715  dezgehên sivîl daxuyaniyek çapemeniyê ragihandin. Ji bo komkujiya li Qilebanî nûnerên dezgehên sivîl serdana gundê Roboskiyê kir û her li gund bi nave dezgehên sivîl serokê baroya Diyarbekirê Emin Aktar daxuyaniyek ji bo raya giştî ragihand.

Bi nave 715 dezgehên sivîl şandek 30 kesî bi serokatiya serokê Baroya Diyarbekirê serdana herêmê kirin, piştî serdana cihê ku komkujî lê çêbûyî hatin gund û sersaxiya kes û karên kesên jiyana xwe ji dest dayîn kirin. Piştî vê daxuyaniya xwe ragihandin.

Aktar da xuyakirin ku şerê li herêmê heyî bûye sedema ku 35 insanên sivîl û bê guneh kirin bin axê. Aktar got: Di vê cografya dîrokî de cardin kurd bi kuştina hatin ceribandin. Li himber vê hovitiyê bê deng nemînin.Daxuyaniyên wezîrê navxwe mirov dike di nava fikaran de. Daxuyanî nîşandike ku ew bi şer û tundiyê de israr dikin.
Aktar da kifşkirin ku, pirsa kurd pirsek siyasî, çandî aborî û civakiye bi tundiyê naye çareserkirin.

Rojevakurd

Back to top button