Polîtîk

Bahçelî:Planek navnetewî li dijê Tirkiye heye

Dewlet Bahçelî serokê MHPê di daxuyaniyekê de got ku pîlaneke navdewletî li ser Tirkiyeyê heye û PKK jî di nav wê pîlanê de ye:

– Pîlaneke navdewletî li ser Tirkiyeyê heye û PKK jî di nav wê pîlana navdewletî de ye. Amerîka wan xebatên li dijî Talîban û rêxistina Qayîdeyê dike, naxwaze li dijî PKKê bike.

Serokê MHPî li dor kuştina 35 hevwelatiyên medenî li wîlayeta Şirnexê got:

– Eger grupeke wusa mezin bikare çûn û hatina wê deverê bike ku ew dever di bin kontrola PKKê de ye, ew yek dê hête ser hizira me ku wê grupê garantî wergiritye ku PKK mayê xwe di wan nake.

Dewlet Bahçelî serokê MHPê di berdewamiya daxuyaniya xwe de dibêje ku minkine PKKê ew grup xistibe bûseya xwe û pîlanek amadekiribe daku Tirkiyeyê tengav bike û bixe nav rewşeke xerap da.

 

Zaman/Rojevakurd

Back to top button