Polîtîk

Kerkûk dagirkiriye

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, Kerkûk dagîrkirî ye û hinek bûyer lê dibin ku nayên qebûlkirin, pêwîst e di çarçova madeyên destûrê de rewşa Kerkûkê bê çareserkirin.Roja 09.09.2019ê Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Rêvebirê Navenda Hemahengiyê ya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê li Kurdistanê general Gregory Anderson û şanda pê re kir.Di destpêkê de, Mesrûr Barzanî nîgeraniya xwe li hember bombebarankirina baregehên partiyên demokrat li Koyê nîşan da û serxweşî li kesûkarên şehîdan kir û hêviya çakbûna bilez bo birîndaran xwast.Piştre, dawî pêşhatên siyasî, leşkerî û ewlehî yên navçê hatin guftûgokirin û tekezî li ser hevahengiya zêdetir di navbera hêza Pêşmerge û hêzên Hevpeymaniya Navdewletî di çarçova bernameya karpêkirî de hate kirin û ronî xistin ser rêkxistina zêdetir a perwerde û rahênana bi hêza Pêşmegeyên Kurdistanê û amaje bi wê hat kirin, ku bêhêzkirina Pêşmerge dibe sedema aramiya navçê.Di beşeke din a hevdîtinê de, ronî xistin ser rewşa navçeyên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê bi giştî û rewşa Kerkûkê bi taybetî, ku tiştê li wir rû dide cihê nîgeraniyê ye û pêwîst e sedema nîgeraniyê nemîne. Di wê derbarê de Mesrûr Barzanî ragihand, bi nerîna me Kerkûk dagîrkirî ye û bûyerên li wir dibin nayin qebûlkirin, pêwîst e di çarçova madeyên destûrê de rewşa Kerkûkê bê çareserkirin.Her di wê hevdîtinê de amaje bi pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîka de hate kirin, ku pêwîst e ber bi pêwendiyên stratejîk ve biçin.Herwiha amaje bi zêdebûna çalakiyên grûpên teroristî hat kirin, ku heger bi cidî gav bo çareserkirina pirsgirêkan bi giştî neyin avêtin, tê pêşbînîkirin ku di dahatûyê de bi nav û formekî din vegerin û rewşê aloztir bikin.

Back to top button