Polîtîk

Kehreba Kurdistanê dibe 24 demjimêr

Li çarçêweya karên kabîneya nehem ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê girîngiyeke tevahî bi kehrebê hatiye dayîn û niha hemû berhemanîna kehrebê 3.500 megawat kehrebaye.

Omer Faris çalakvaneke civaka sivîl û berpirsê navenda bilinda Helebçe ya Yekîtiya Lawan ragihand, kabîneya nehem ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi rijdî kar li ser xizmetguzariyên giştî ya ji bo welatiyan dike û niha dibînîn havîna îsal hîç kêşeyeke wiha ya kehrebê me nebûye û rojane nêzîkî 20 demjimêr kehrebe li devera parêzgeha Helebçe bi hevniştimaniyan tê dayîn.

Umêd Ehmed Peyvdarê Wezareta Kehrebaya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, niha Herêma Kurdistanê xwediyê 3.500 megawat kehrebeye bi berdewamî‌ zêdetirê 19 demjimêr kehrebe rojane bi welatiyan tê dayîn.

Her wiha dûpat jî kir ku li stratejiya Wezaretê eweye kehreba niştimanî bibe 24 demjimêr û niha kar dikîn bo ku 10 hezar megawat kehrebe zêde bikîn û xwesta welatiyan pir bikîn.

Back to top button