Civak

Genimê Çermesora (Quinoa) li Kurdistanê hate çandin

Cûreke nû ya danê li parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê hate berhem anîn ku ji bo tendirustiya mirov gelek bi sûde û berhemanîna wê jî pêwîstî bi avê kêmtir heye.

Quinoa daneke ku bi hezaran sale li Amerîka Başûr ji aliyê çermesoran ve hayiye çandin û wekî genimê çermesoran jî tê zanîn. Quinoa ji ber ku bihayeke dewlemendî ya xorekî heye, bi xavyarê ser axê jî tê bi nav kirin û daneke dewlemende bi proteîn, fayber, menyezyom û mengenîzê.

Quinoa yekem care li deşta Urmiyê li ser 40 donim zevî hate çandin û tê pêşbînî kirin ku 10 ton berhema xwe hebê.

Quinoa li duyem meha biharê tê çandin û li duyem meha havînê jî tê çinîn.

Back to top button