CivakRojev

Keçên Êzdiyên rizgarbûyiyên Da’îşê gulan berhemtînin

Rêxistina AVACI ya Îtalî bi hemahengî li gel rêxistina VOP û bi hevkariya li gel parêzgeha Dihokê mezintirîn projeya çandina gulan ji bo keç û jinên ji destê Da’îşê rizgarbûyîn li wargeha Êsyan avakiriye û bê beramber ji bo wan kesên di destê Da’îşê rizgarbûyîn dahata wê jî ji bo wan wê bê vegerandin.

Dr. Hedar Feyzî serpereştiya projeya li wargeha Êsyan ya koçberan da zanîn ku ev proje ji heşt xaniyên plastîkî û li ser ruberekê mezin yê erdê hatiye avakirin û zêdetirî 200 cureyên gulên cûr bi cûr hatine çandin û heta niha hejmara wan gulan gihiştiye zêdetirê 1.500 gulan û hemû ji wan di nava cihekê taybet da û di nava wan xaniyan da hatine çandin.

Her wiha Feyzî da zanîn ku ev gul ji aliyê 80 keç û jinên Êzdiyan ewên ji destê Da’îş rizgarbûyîn ve têne berhemanîn û ji bo bazarê tê şandin û dahata wan jî bo wan kesên ji destê Da’îşê rizgarbûyîn û yên bûne qurbanî têne şandin.

Back to top button