Civak

Keça xwe ya tuşbuyê Corona ji nexweşxaneyê revand

Li gor zanyariyên ku li ragihandina tirkiyê hatiye belavkirin, li bajarê Duzce ya tirkiye piştî ku pişkinîn ji bo du keçan hate kirin û encamê de derket ku yek ji wan tûşî virusa Corona bûye, ji ber wê yekê jî berpirsên nexweşxaneyê biryar dan ku nexweşê bişînin nexweşxaneyeka din ya taybet, lê babê keçikê di rê da keça xwe revand û bire malê.

Piştî rûdanê hêzên polîsan her zû xwe gihandin wê malê û babê keçê hate desteser kirin û keçik jî ji bo nexweşxaneyê hate şandin da ku çareseriyên pêdivî ji bo wê bêne kirin.

Back to top button