Polîtîk

Serokê Kurdistanê: Şehîdên Helepçe li wicdana Kurdistaniyan de zindî neserok

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê ya ji bo salvegera kîmyabarana Helebçe

Îro sîh û dû sal li ser karesata kîmyabarankirina Helebçeyê Şehîd da derbas dibe ku ji aliyê rejîma berê ya Iraqê ve hatibû encamdan û bû sedema şehîdbûna pênç hezar hemwelatiyê bêtawan û birîndarbûna hezarên din û koçberbûna hezaran malbatan. Heta niha jî bandora wê lêkeftê metirsiyên li ser rewşa tendirustî û derûniya xelkê û jîngeha navçeyê de her berdewame.

Bîranîna vê karesatê, rêzgirtine li qurbaniyên gelê me, bi taybetî şehîdên wê karesatê û tekezkirina me ya berdewame li ser li ber girtina hemû rêkarên ji bo rêgirîkirina dûbarebûna tawanên wiha û jenosayda gelê Kurdistanê û her gel û pêkhatek li her cîheke cîhanê da bi her hêceteke siyasî, olî û etnîkê bê. Ev armanca me ya pîroz ji me, yekrêziya zêdetir û tebayiya berdewamiyê dixwaze.

Li vê bîranînê de dûbare tekeziyê li ser girîngîdana taybetî û zêdetir, ya bi jiyan û xizmetkirina birîndaran û malbat û kesukarên qurbaniyên çekên kîmyayî dikin. Li vî warî de jî bêguman kareke zêde maye bêkirin ku hêjayî Parêzgeha Helebçe û nîştecihên wê yên serbilind bê.

Mixabin heta niha Hikûmeta Iraqa Federal, hîç hengaveke kirdarî ji bo qerebûkirina maddî û me’newî ya nîştecih û jîngeha wêrankirî û pîskiriya Parêzgeha Helebçeyê û hîç devereke dinê Kurdistanê wekî qurbanên destê dewleta Iraqê neavêtiye. Daxwaz ji Hikûmeta Iraqê dikîn wekî berpirsiyariyeke yasayî û exlaqî, li vî derbarî de erkê xwe bi cîh bike.

Mirovayetî pêwîstî bi karê ciddî ye ji bo qedexekirin û rêgirîkirina li bikaranînên hemû cûre çekekî komkujiyê. Wekî çawa îro hemû cîhan li xema nehiştina virusa Corona da ne wekî gefeke tirsnak li hemû mirovayetiyê. Bi heman awayî jî karkirina ji bo nehiştina çekên komkujî û teknolojiya mirinê, divê xema hemû cîhanê bê, bi navê parastina jiyan û jîngeh û şaristaniyeta mirovayetiyê da.

Şehîdên Helebçe û hemû qurbaniyên gelê me herdem li bîra me dene û li wîcdana Kurdistaniyan da zîndîne. Di demek da bi rêz û rûmetê ve bîranîna şehîdan dikîn, bi hêviyê ve li paşarojê dinêrîn.

Silav û dirûd ji bo giyanê wan yê pak be.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
16.03.2020

Back to top button