Kêça Kurd Xeleta Nobelê ya Aşitiyê girt

Keça Kurda Êzidî û rizgarbûya destê çekdarên rêxistina DAIŞê, Nadiya Murad bi hevbeşî li gel pizîşkê ji welatê Kongoyê Denis Mukwege, Xelata Nobel a Aştiyê wergirtin.Komîteya Xelata Nobelê îro Înê 5ê Cotmeha 2018ê serkevtiyên îsal ên xelata nobel a aştiyê aşkere kir.Komîteyê ji bo sala 2018ê xelata Nobel a Aştiyê da keça Kurd a Êzidî Nadiya Murad û doktorê Kongoyî Denis Mukwege.Nadiya Murad yekemîn Kurd e li cîhanê û duyemîn law e li cîhanê ku Xelata Nobel a Aştiyê werdigire. Nadiya Murad sala 2014ê di êrişa çekdarên rêxistina DAIŞê de êxsîr ketibû destê wan çekdaran û rastî destdirêjiya sêksî hatibû, ku piştî çend mehan ji destê DAIŞê rizgar bû.


