Kultur

Keça Kurd a Serbilind Zara diyariya Newrozê belavkir

Hunermenda Kurd Zara Mihoyan ku zêdetirê berhemên wê zimanê Rûsî ne, heta niha çar pênc stranên Kurdî jî tomarkirine ku yek ji wan Keça Kurdim e ku li nava civaka Kurdî de gelek tê hezkirin.

Keça Kurd a Serbilind Zara li ser rûpela taybetî ya tora civakiya facebookê cejna Newrozê pîroz dike û dibêje Newroz hêmayeke ji bo vejîn û destpêkirina jiyaneke nû. Her wiha ji ber vê rewşa ku niha em têde dijîn bi taybetî li hember virusa Corona dibêje; Di vê rojê de ez dixwazim li beranber van nakokiyan bi tendirust û bihêz bin.

Her wiha Keça Kurd a Serbilind Zara Mihoyan dibêje: Li vê Newrozê de bi hezkirên xwe re şad û bextewer bin. Her wiha beşek ji strana Kurdî ya Ez Kevokim ku wê li albuma min a nû ya etnîkî de cîh bigre pêşkêşî we dikim û bi we re parve dikim. Hêvî dikim ku hûn pê dilxweş bin. Bi hez û evînê Newroza we pîroz be.

https://www.facebook.com/ZaraMusic/videos/599955483924135/

Back to top button