Kultur

Keça Kurd li New Zealand bû rêzbenda yekem

Nûtirîn strana keça stranbêja Kurd (Vîvyan Nûrî) ya bi navê Bêriya henekên te dikim (NOURI – miss all ur jokes) li rêzbenda zêdetirîn gûhdarvanên programa muzîkî ya Itunes ya li New Zealanda ku pêş strabêjên navdarên wekî Ariana Grande, Justin Bieber û Dua Lipa ye.

Vîvyan Nûrî li vî derbarî de got: “Hemû tişt bi lez guheriye bi awayekê ku nikarî xwe ji bo wan guhertinan amade bikî،” Di derbarê belavkirina stranê ya li serdema Korona da ragihand، ” ku awayê belavkirina stranê bi vî awayî neguheriye û dema stran hate belav kirin, dikarî li rêya torên civakî reklamê ji bo wê bikî her wekî çawa berê de jî hatiye kirin.”

Bêriya henekên te dikim, sêyemîn strana Vîvyan Nûriye ku piştî belavkirina yekem strana li sala 2018 ya bi navê Ji vir ve berev ku biçîn û duyem strana bi navê Mal avahiyeke dilxwaz bû.

Vîvan Nûrî di demeke kêm da bû yek ji zêdetirîn stranbêjên guhlêtêgirtin û li medyayê jî giringiyeke taybetî bi wê karên wê didin.

Şewba Korona bandorê li ser karên huneriyên Vîvvan Nûrî jî kiriye ku nikarê bi awayeke “dahênerane” karên xwe encam bide.

Vîvyan Kurde û dayika wê Kerkûkî û bavê wê Hewlêrî ye û li Hewlêrê ji dayikbûye û ji sala 1991 ve Kurdistanê bi cîh hiştine. Piştî ku li welatê Sûriye sê sal wekî penaber dimînin paşê diçin welatê New Zealanda nîştecîh dibin.

Back to top button