Polîtîk

KDP-ê rewş ji konsulus û nûnerên biyanî re zelal kir

Bi biryara polîtbûroya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) îro li Hewlêrê berprisê ofîsa peywendiyên derve ya PDK Hêmin Hewramî digel konsulus û nûnerên welatên biyanê yên li herêma Kurdistanê civiya.

Ev civîn  ji bo hindê bo ku berprisên PDK ji welatên biyanî re helwesta xwe li dor wan bûyerên roja îniya çûyî li devera Badînan û  bi taybetî li bajar Zaxoyê qewimîn, zelal bike.

Piştî civîna bi nûnerên welatên biyanê re bi dawî hatî, Hêmin Hewramî berprisê ofîsa peywendiyên derve yê PDK di preskonferensekê de encamên civînê eşkere kirin.

Hewramî got:

Civîna me ya îro bi nave ofîsa têkeliyên derve yên PDK digel hemû nûnerên diplomasiyên biyanî li bajarê Hewlêrê ji bo wê yekê bû ku rewşa herêma Kurdistanê di çend rojên dawî de behis bikin û helwesta PDK li dor wan bûyeran ji beşdaran re zelal bikin.

Di civînê de me ji beşdarên civînê re got ku em weke PDK beşek nebûn ji wan giriftariyên li bajarê Zaxo, Duhok, Simêl û deverên din qewimîn. Lê mixabin, mediyaya Yekgirtuya Îslamîya Kurdistanê bi awayekî gelek ne rewa nave partiya me têkelî wan bûyeran kir ku ne ji dûr û ne jî ji nêzîk peywendiya PDK bi an bûeran re tune. 

Hewramî got ku ew cîyên bûyne armanca xelkê û hatîne şewitandin ku cîyên senterên masaj, dikanên meyfiroştinê û hindek kafeteriya û hotel bûn ku her hemû bi awayekî qanûnî hatine vekirin, her aliyekî siyasî û yan kesekî têbîniyek li ser wan cîyan heye dikarin bi rêya qanûnî û mehkemeyê yan jî bi rêya nûnerên xwe li parlamentoya Kurdistanê gileyê bikin.

Nabe li Kurdistanê qanûn serwer nebe. Li herêma Kurdistanê qanûn hakime û rê ji tu alî û hizrên bertengên olî yan mezhebî yan netewî li ser hemû civaka Kurdistanê feriz bike. Civaka kurdî bi pêkvejiyana xwe ve ciwan e, rê nayê dan bi tu awayê li jêr her navekî be êrîşî aliykî herêma Kurdistanê bê kirin.

Berprisê têkeliyên derve yê PDK got ku di wan bûyeran de 30 zêrevanî, 13 polîs, 11 ji hêzên asayîşê û 15 hevwelatî birîndar bûn, lê,  mixabin, ragehandina Yekgirtuya Îslamî bi awayekî gelek ne qanûnî û dûr ji lojîka siyasî navê PDK têkelî wan bûyeran kir û gelek bi hûrgilî rewşa ji diplomatkarên biyanî re hat zelal kirin:

Ji bo Partiya Demokrat Kurdistanê weke partiyeke mezin a Kurdistanê aşitiya civakî li herêma Kurdistanê gelek giringe parastî be û rewş aram be. Çunkî Partî di rewşke aram û bi îstîqrar de zêdetir geş dib eû pêşdikeve. Partî,  weke tebîyetê xwe, dema aşitî û aramî hebe cemawerê wê zêde dibe zîdetir ber bi pêş diçe.

Hewramî got ku PDK dûr ji lojîka siyasî hevrikiyê digel tu aliyan de nake, peyama PDK bo Yekirtuya Îslamiya Kurdistanê ew ku herst bi berpirsiyariya xwe bikin û bi fermî daxaza lêbihurînê ji PDK bikin:

Em bi timamê piûtgiryat wê komîteyê dikin ya ku ji aliyê serokê herêma Kurdistanê ve ji bona diyarkirina rastiyan, hatiye pêkanîn. Encamên lêkolînê her çi bin em dê piştgiriyê lê bikin. Hinge jî Yekgituya Îslamî li hemeber navrizandin û ew tawanên xcistîne pal PDK berprisiyare û  hemû rêyên yasayî li pêşiya me ne.

Rojevakurd
Back to top button