Polîtîk

KCK xwe ji şer re amade dike..

Li Bakurê Kurdistanê cardin bêhna şer tê. Herî dawî KCKê daxuyaniyek belav kir û li himber desthilatdariya Ak-Partiyê behsa detpêkirina şer dike.

KCK dide xuyakirin ku, hukumeta Ak-Partiyê heta niha ji bo pirsa kurd û demokratizekirina Tirkiye tiştek nekiriye. KCK vê yekê jî wek destpikirina şerekî dike sedemek bingehîn.

Ya herî balkêş ewe ku hinek nivîskarên Kemalist û cemaeta Gulen bi awayekî pişgiriyê didin daxuyaniya KCKê.

Kemalist û Cemaeta Gulen, hukumet û AK-Partî ji xwere kirine armanc. Ew li gora xwe xwedî hesabin. Lê dixwazin di vî şerî xwe yê li dijî Ak_partiyê PKKê bi awayekî karbînin. Ew dixwazin çekdarên PKKê sere Erdogan biêşînin daku ew behtir bikaribin Erdogan ji hole rakin.

Lê tê zanîn ku Ak- Partî û Erdogan di pirsa kurd de gelekî li pêşiya siyaseta Kemalîst û cemaetê ye. Yanî bi awayek din Erdogan ji van herdu aliyan bejhtir nêzikî pirsa kurd e.

80 salan kemalist li Tirkiye xwedî desthilatbûn herkes dizanî çi bi kurdan hate kirin. Firêza Kemalistan kifşe. Agiriye, Zilane, Diyarbekire, Koçgiriye û Dersime…

Cemaet di pirsa kurd de her demi xizmeta Kemalistan kiriye û nijadperestek bi gora xwe dîn kar tine.

Roja Ak-Partî hatî li ser hukum heta niha gavên avêtin gelek tiştên baş di têde hene.

Niha destpêka şerekî bê armance. Tenê ev şer dikeve xizmeta kemalist û cemaetê. Dikeve di xizmeta baronên şer de.

Her weha wek gelek caran dê bikeve xizmeta hinek dewletan de.

KCK behsa şer dike, lê gelo biryara Cemil Bayik di vê derbarê de dê çikas derbas bibe. Ev pirsek e. Tê zanîn ku Ocalan dixwaze proses a bêdengiya çekan berdewam be. Vekirî cudabûnek di vê prosesê de navbeyna dîtinên Ocalan û Cemil bayik de heye.

Lê wek gelek caran  dê hinek gotinên tuj bine gotin, wê hinek çalakiyên prokatîf çêbibin . Xêrxwazên şer di nava BDPê de wê daxuyaniyên qelew bidin. Lê biryara dawî ji Îmralî tê.

Back to top button