Civak

KCK pîrozbahiya Nêçîrvan Barzanî dike

Konseya Rêveberiya KCKê di daxuyaniyekî de pîrozbahîyê li Nêçîrvan Barzanî dike.

Di peyama pîrozbahiyê ya KCKê de hat diyarkirin: “Erkekî dîrokî ya parastina yekîtiya netewî ya hem li Başûrê û hem jî li tevayî Kurdistanê ya Serokê Federasyona Başûrê Kurdistanê heye. Serokê Federasyona Kurdistanê di serî de Tirkiye hemû hêzên li dijî azadî û yekîtiya Kurdan, berpisyartiya nûnertiya îradeya jiyana azad a Kurdan heye. Rastiya têkoşîna ku li çar parçeyên Kurdistanê derxistî holê û bi vê zanebûnê em bawer in ku wê rolê xwe pêk bîne. Nêçîrvan Barzanî xwedî wê asteyê ku dikare vê rola xwe pêk bîne.”

KCK eşkere dike: “Li Başûrê Kurdistanê deskeftiyên mezin hatine bidestxistin. Niha li Başûrê Kurdistanê dem dema parastina van deskeftiyan bi pêkanîna yekîtiya siyasî li ser bingehê demokrasîbûnê ye. Bêguman li parçeyekî Kurdistanê parastina destkeftiyan wê rolê diyarker ê têkoşîna azadiyê ya li hemû parçeyên Kurdistanê diyar bike. Divê Birêz Nêçîrvan Barzanî hişbîriya demokratîkbûn, sekin û pêkanînê ya Kurdan bi awayeke bi bandor erkê dikeve ser milan bi cih bîne, di demokratîkbûna Rojhilata Navîn de rol lîstina Kurdan di nava bendewariyên ji pêvajoya serokatiya wî de ne.”

KCK di peyama xwe de dibêje: “Bendewariyên gelê Kurdistanê ya ji Serokê Federasyona Kurdistanê ew e ku êrşên dagirkeriya li Başûrê Kurdistan û dîsa her cûre êrîş û xebatên îstixbaratiyê bibe xwedî helwest e. Di vî warî de di roja yekem a serokatiyê de êrîşên dagirkeriyê yên li ser Xaxûrkê hê di roja yekem de tê wateya êrîşên li dijî serokatiya Başûrê Kurdistanê, ev tê wateya tevgereke dagirkeriyê ya vîn û erkê zeîf dike ye. Em di wê hêvî û baweriyê de ne ku Birêz Nêçîrvan Barzanî ji bo her êrîşên û li dijî her êrîşeke dagirkeriyê ya ji bo azadî û serxwebûna gelê Kurd li ber rabe, bibe bersiva bendewariyên gelê me yên di vî warî de.”

KCK dibêje: “Rêber Apo her demê ji bo Nêçîrvan Barzanî gotibû ku dikare ji bo têkoşîna azadiya gelê Kurd bibe xwedî rist; daxwaz jê kiribû ku ji bo gelê Kurd li ser bingehê aştiyeke bi rûmet ji bo gihiştina jiyaneke azad û demokratîk ked bide. Di vê demê de ku gelê Kurd û Rojhilata Navîn di pêvajoyeke dîrokî de dibore, di wê baweriyê de ne ku Birêz Nêçîrvan Barzanî erka dikeve li ser mila bi cih bîne, ji bo pêkhatina jiyana azad û demokratîk rola xwe bilîze û di demê serokatiya xwe der serkeftinê bîne.”

Back to top button