Kongreya Civaka Demokratîk(KCD) daxwaz ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dike ku, navbênkariyekê bike daku, Hevserok û perlementerên HDP ê werin azadkirin.Di kongreyeke rojnamevanî de li bajarê Diyarbekrê Hevseroka KCD Leyla Gûven daxwaz ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir ku, roleke xwe di rizgarkirina Hevserok û perlementerên HDPê bibîne.Gûven da zanîn ku, Serokê Herêma Kurdistanê li Tirkiyê rêzeke xwe heye, herwiha bandoreke mezin a diblomatîk jî heye lewma ew dikarê navbênkariyekê bike.Duh, her du hevserokên HDPê ligel 9 perlementerên din ji aliyê polîsên Tirkiyê ve hatin girtin.Serokatiya Herêma Kurdistanê ji aliyê xwe ve daxwaza azadkirina Hevserok û perlementerên HDPê kiribû û gotibû ku, kiryara girtina wan dê rewşa Tirkiyê aloztir bike.
Pêş
02/07/2025
“Erdogan ne serokkomare ew serokê cuntayê ye“..!
02/07/2025
Îdia: PKK îro çekên xwe radest dikin..!
Balkêş e ?
Close