serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bi helîkoptereke serbazî gihîşt Hewlêrê û ji aliyê Serok Barzanî, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û Şêwirmendê Encumena Asayişê Mesrûr Barzanî ve hat pêşwazîkirin.Di civînê de hengavên operasyona azadkirina Mûsil û rewşa meydanî ya bereyên şer û serkeftinên dawî û pêşketinên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên Artêşa Iraqê li mîhwerên Bakûr û Rojhilat û Başûrê Mûsilê hate nirxandin. Her wiha her dû alî xweşhaliya xwe bi asta bilinda hemahengiyê û karê hevbeşa Pêşmerge û Artêşa Iraqê li çarçêweya plana azadkirina Musilê nîşanda ku bûye sedema pêkhatina destkeft û serkeftina mezina serbazî û bi lezgînî têkşikandina terorîstên Da’îş.Her li vê hevdîtinê de her dû alî behsa qurbanîdan û qehremaniya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên Iraqiyan û serxweşiyê li malbata şehîdan kirin û hêviya başbûnê ji bo birîndarên şerê dijî terorê xwest.Li mijareke dina hevdîtina Serok Barzanî û Serok Wezîrê Iraqê de behsa rewşa koçberên Mûsil û avadankirin û gihandina xizmetguzariyê ji bo navçeyên azadkirî kirin.Li vê civînê de tekez li ser parastina pêkhatên neteweyî û ayîniyên parêzgeha Nînowa û dewrûbera wê kirin.Hêjayî gotinê ye li vê civînê de ku rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê û Mesrur Barzanî Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê û Kerîm Şingalî Wezîrê Navxo û Wezîrê Pêşmerge bi Wekalet û Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê amade bûn.Herweha piştî civîna di nava heyetan de Barzani û Ebadî tenê jî hevdîtinek pêkanîn.