PolîtîkRojev

Karwaneke serbazî yê Amerîka gihîşt Rojavayê Kurdistanê

Artêşa Amerîka eşkere kir ku ji bo bihêz kirina ewlehiya deverê û piştevanîkirina hêzên wan, karwaneke serbazî ku ji 100 serbazan û hinek trumbêlên serbazî pêkhatibûn çûne Rojavayê Kurdistanê.

Bell Urban Peyvdarê Fermandeyê Hêzên Amerîka di daxuyaniyek da got: Ew karwanê leşkerî ji radarên sentînal, firokeyên şer û zirîpoşên Bradly û serbazên Amerîkî pêkhatibûn.

Her wiha got: Armanca şandina wî karwanê serbazî ya ji bo piştrastbûnê ye ji selametî û ewlehiya hêzên hevpeymanan, her wiha Amerîka heza şerkirinê li Suriye li gel çi welatekê nîne, lê eger pêwîst kir amadeye hêzên hevpeymanan biparêze.

Back to top button