Çiya Nemrûd dikare biteqe !

Eve demeke li bakurê Kurdistanê erdhej çêdibin. Piraniya van erdheja li derdora Meletyê, Muşê, Elezîzê , Bingolê û Wanê pêktên. Biçûk mezin erdhejên çêdibin di nava pisporan de bûye cihê gotubêjekî û her weha di nava xelkê deverê de jî bûye cihê metirsiyek mezin.

Tirsa herî mezin ewe ku, hinek pispor û mamustayên zaningeha  dibêjin ku, ihtimle ev erdhêj wek bûyerek pêşwext a teqandina Çîyayê Nemrût ê volkanik e. Ev bawerî  ji aliyê gelek pisporan ve tê pejirandin.

Li Çiyayê Nemrudê nêzikî bajarê Bilîsê li navçeya Tetwanê hinek Golên Volkanik hene. Salê bi hezran geştiyar serdana van gola dikin. Di van demên erhêj pêktên li çiyayê dora Golê de jî Gaz derdikeve û li hinek deveran  ji nûvê wek fûrandina gazê tê dîtin. Heta li hinek deveran cara yekeme ku derketina hêlmê hatiye tesbît kirin.

Di van rojên dawî de li devera Mûşê ku nêzikî Çiyayê Nemrûd e, gelek erdhejên bişûk çêdibin. Piştî van erdhejan  li hinek girên derdora Gola Nemrûdê hêlmek derdikeve. Ev yek dibe sedem ku pispor nirxandinên xwe de dibêjin ku, dibê ev yek îşareta cardin aktîv bûna çiyayê Volkanik  be.

Di vê derbarê de mamustayê zanîngehê Prof. Dr. Aydın Büyüksaraç dibêje: Li derdora Çiyayê nemrûdê gelek xetên (rayên) fay hene ku rîska erdhejê heye. Dema ev xetên fayê aktif dibin helim derdikeve. Lê ev hêlim gaze û divê analîzên wê bene kirin û li gora wê jî hinek tedbîrên pêwist bene girtin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: