Bi mebesta alîkarîkirina penaberên Kobanê ku bi sedema êrîşên terorîstên Da’îş ve mal û warên xwe bi cîh hiştine û çûne li sînorê welatê Tirkiye û li rewşeke xerap de dijîn, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî amadekariyê dike ku bi tîmekî berfireh ve li gel Serok û Cîgirê Serokê Dezgehê bi 12 seyareyên barhilgir ve xorek û pêdiviyan bigihîne penaberên Kobanê yên li ser sînorê welatê Tirkiye û li nav bajarê Kobanê.

Wiha biryare roja sêşemê bi amadebûna Ezîz Şêx Riza Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Musa Ehmed Cîgirê Serokê Dezgehê û tîmekî dezgehê ve, komek û hevkariyan bigihînin penaberên Kobanê yên li ser sînorê welatê Tirkiye û nava bajarê Kobanê. Ew komek û hevkarî jî ji 12 tir û seyareyên barhilgirê ji xorek pêkhatiye ji 6000 paketê xorek li ser penaberan da dabeş dikin. Heman demî de tîma Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li welatê Tirkiyê ve xwarina bi lez ji bo penaberên Kobanê dabîn dike û li ser wan da dabeş dike.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: