Hukumet li Duhokê civiya

 
Li bajarê Duhokê îro roja yekşemiyê 21ê îlonê, di bin serokatiya Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê de û bi amadebûna Qubad Talebanî cîgirê serokwezîr û wezîrên peywendîdarên hikûmeta herêma Kurdistanê digel rêvebirên giştî û saziyên peywendîdar bi kirîzên mirovî û rewşa niha ya penaber û koçberan li wîlayeta Duhokê, civînek saz kir.

Di destpêka civînê de rêvebirên giştî pirs û giriftariyên rêvebiriyên xwe dest nîşan kirin û tekîd li wê yekê kir ku, piştî hatina wê hijmara zêdeya koçberan bo wîlaeya Duhokê, hemû saziyên peywendîdar ketine jêr barekî giran û ew sazî neçar in xizmetên zêdetir ji îmkanên xwe pêşkeş bikin, bi awayekî  di hemû warên xizmetgozarî de rojane divê hisab ji bo wan neh sed hezar penaberên li wîlayeta Duhokê hene bê bikin. Hemûyan  tekîd kir ku divê îmkanên êkonomî yên zêdetir bidin saziyên peywendîdar daku bikaribin di vê rewşê de weke pêwîst kar û erkên xwe cîbicî bikin û xizmetgozariyên pêwîst pêşkeş bikin.

Di civînê de biryar hat dan lîstek ji pêdawîstiyên saziyên peywendîdar yên weke; şaredarî, av û avrêj, saxlemî, rêûban û hemû warên xizmetgozariyên din bê amade kirin û budceya wan pêdawîstiyan bê diyar kirin û ji bo serokatiya civata wezîran bê hinartin daku di civîna wezîran  de bê minaqeşe kirin û biryar li ser bê dan.

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê bi navê hikûmet û serokatiya civata wezîran sipasiya îdare û saziyên wîlayeta Duhokê kir ku tehemûla vê rewşa dijwar kiriye û li gor îmkanên xwe xizmetgozarî pêşkeşî penaber û koçberan kiriye. Barzanî tekîd kir ku hikûmet dê bi hemû hewlên xwe bide pêdawîstiyên acil ji bo vê rewşa nû dabîn bike

Nerîna min :