Polîtîk

Karûbarên avakirina hikûmetê bi dawî hatine

Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed ragihand ku karûbarên avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê ber bi dawiyê ve çûne.

Mehmûd Mihemed ji rojnamevanan re ragihand: “Pêwîstiya Parlamentoya Kurdistanê bi çend rojan heye ji bo nirxandina navên partiyên siyasî ji bo hikûmeta nû, lê heya Çarşemê dê proseya avakirina hikûmeta nû ya Kurdistanê bi dawî hatibe û dê parlamento baweriyê bide hikûmetê.”

Berdevkê PDKê derbarê navên kandîdên PDKê ji bo hikûmetê wiha got: “PDK dê bi fermî navên xwe belav bike.”

Derbarê rewşa Kerkûkê jî, Mehmûd Mihemed ragihand: “Em û YNK pêkve kar dikin ji bo ku em ligel Hikûmeta Iraqê rewşa Kerkûkê çareser bikin.”

 

Back to top button