Polîtîk

Karsazên Kurd destûreke nû û sivîl dixwazin

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Diyarbekirê (DTSO) Galîp Ensarîoglu û Serokê Karsazên Diyarbekirê (DÎSÎAD) Raîf Turk, derbarê agirbesta PKKê ya ku heta 20ê Îlonê bidome de, nêrînên xwe ji Rûdawê re parve kirin. Galîp Ensarîoglu, diyar kir ku ew girîngiyeke mezin didin agirbesta ku ji aliyê PKK’ê ve hatiye îlankirin û xwest ku ev agirbest jî weke ên din neyê hebakirin. Ensarîoglu bal kişand ku civak hem bi kuştina PKK’iyan û hem jî bi kuştina leşkeran êşiya ye û wiha got: “Em dixwazin ev agirbest bi mehekî bi sînor nemîne. Divê dewlet bi awayekî vê yekê binirxîne û çareseriyeke berfireh ava bike. Divê şert û mercên ku careke din li Tirkiyeyê çek neyên bikaranîn bên amadekirin. Vê agirbestê şanseke din da, divê ev fersend baş bê bikaranîn.”

Ensarîoglu, ji bo ku di vê referandûma pakêta makeqanûnê de “erê” derkeve, xwest BDP biryara xwe ya boykotê careke din binirxîne û wiha axivî: “Ger di referandûmê de ‘erê’ derkeve, hem wê Tirkiye zêdetir demokratîk bibe û hem jî hikûmet wê bikaribe gavên mezintir bavêje.” Ensarîoglu, bal kişand ser daxwazên PKK’ê û ji hikûmetê daxwaza “bendava ji sedî 10 daxe û hemû girtiyên siyasî serbest berde” kir. Ensarîoglu, bal kişand li ser rola Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a di vê pêvajoyê de û da zanîn ku bandora Ocalan pir e û ji bo ku Ocalan bikaribe di vê pêvajoyê de rol bigre, şert û mercên wî bên başkirin. “Ez di wê baweriyê de me jixwe bi Ocalan re muzakere tên kirin û divê ev pêvajoya çareserkirinê zêde neyê dirêjkirin.”

 
Em destûreke sivîl dixwazin

Serokê DTSO’yê Ensarîoglu, destnîşan kir ku ewê di referandûma 12’ê îlonê de weke 14 saziyên karsazan dengê “erê” bikar bînin û sedema vê yekê jî wiha rave kir: “Emê piştî 13’ê îlonê, ji bo pêkanîna makeqanûneke demokratîk û sivîl a nû, dengê xwe bilind bikin. Em dizanin ku makeqanûna 1982’an bi guherînên kêm, sererast nabe. Ji ber vê yekê em karsaz di wê baweriyê de ne ku pirsgirêka makeqanûnê encax bi makeqanûneke nû ya nûjen çareser bibe.” Ensarîoglu, da zanîn ku di şert û mercên Tirkiyeyê de carna rewşên ku mirov nikare makeqanûnê bi temamî sererast bike pêk tên, ji ber vê yekê ew piştgirî didin reformên ku têne kirin.

 
Bila agirbest bê dirêjkirin

Serokê DÎSÎADê Raîf Turk jî bersiv da pirsên rojnameya me û xwest ku ev agirbest jî weke ên din careke din veneguheze şerekî dijwartir. Turk, nêrîna xwe wiha anî zimên: “Ev biryara agirbestê ya PKK’ê biryareke baş e lê heta îro agirbestên wiha pir çêbûn. Bi van agirbestan tu caran metirsiyên civakê ji holê ranebû. Di vir de behsa agirbesteke pir wext kin tê kirin. Bi ya min ger PKK dema ‘bêçalakiyê’ dirêj bikira, wê hikûmet jî di nava vê pêvajoyê de fersenda lêhûrbûnê bidîta. Di vê demê de hikûmet dikaribû însiyatîf bikar bîne. Lê di nava mehekî de, di polîtîkayên girîng de zêde pêşketin nikare çêbe. Ger çêbe jî wê surprîz be.” Raîf Turk, destnîşan kir ku ger di agirbestên berê de operasyonên leşkeran nesekinîbin di vê agirbestê de qet nasekine.

 
Hikûmet jî ne rihet e

Raîf Turk, xweziya xwe ya ji bo agirbestê bi van gotinan vegot: “Xwezî ev agirbest bi mehekî nehate bisînorkirin. Ger biryara dema vê agirbestê heta hilbijartinên giştî hatiba dirêjkirin, ji bo çareseriyê wê baştir bûya û rasteqîntir bûya. Di vê demê de, di civakê de jî wê hewayeke nermtir ava bûya. Çimkî ev pirsgirêkên ji rêzê nîn in û ev pirsgirêk ji êvarê heta sibehê çareser nabin. Bi ya min hikûmet di tengasiyê de ye. Hikûmet pir rihet nîn e. Çimkî li pêşiya hikûmetê astengiyên piralî hene. Ji bo ku hikûmet jî bikaribe hinekî rihet bike, bi ya min biryar heta hilbijartinên giştî bê dirêjkirin, wê baştir be. Ez weke kes bawer nakim heta hilbijartinên giştî neqedin, gavên wisa girîng bêne avêtin. Li hemberî hikûmetê muxalefeteke piralî û berxwedaneke mezin heye. Dibe ku piştî referandûmê hin gavan bavêje, lê gavên mezintir encax piştî hilbijartinê bavêje.”

 

Bawer Çem

(Rûdaw)

Back to top button