Kultur

Ji bo destûrek sivîl erê

Yekitiya Nivîskaran di daxuyaniya xwe de dibêjin: “ Dema înqilabên leşkerî çêdibin herî  zêde nivîskar  diperçiqin. Ji hukmên destûrê û hukuka di xizmeta îdeolojiya malum de herî zêde nivîskar zerer dîtine. Em van guhertina ji bû destûrek sivîl, wek destpêka guhertinê dibînin û ji bo vê yekê jî emê bêjin erê.“

Serokê weqfa yekitiya nivîskara D. Mehmet Doğan û serokê yekitiya nivîskaran Ibrahîm Ulvi Yavuz daxûyaniyek hevbeş dan. Dan kifşkirin ku, ew van guhertinên di referandumê de bêne kirin ji bo guhertina destûrê bi temamî gavek pêş dinirxînin. Dema leşker dibin desthilat gelek kesên ji bo wan li çepka têxin dadikevin holê û bi navê nivîskariyê jî karên xirab dikin.

Herweha di daxûyaniyê de hate ragihandin ku, gelek nivîskar û rewşenbîr ji bîr û baweriyên xwe, ji bo nivîsên ku nivîsandin têne darizandin û ketine girtîgeha de. Daxûyaniyê de dibêjin : “ Em nivîskar baş dizanin azadî û demokrasî çikas tiştek bi rumete.ji bo azadî u demokrasiyê emê bêjin erê.“

Back to top button