Cîhan
Zêbarî: Nabe welatên cîran tevlî Îraqê bibin
Wezîrê derveya Iraqa federal Hişyar Zêbarî ragihand, ku wan ji welatên cîranên Iraqê re gotiye, ku êdî destwerdanê di nava kar û barên Iraqê de nekin. Hişyar Zêbarî weha jî got, ku vekişîna hêzên Amerîkayî ji Iraqê ti valahîyeka ewlehîyê peyda nake.
Zêbarî da zanîn, ku Baxdayê hemû welatên cîranên xwe agahdar kiriye, ku dest ji destwerdana di nava kar û barên Iraqê de berdin.
Wezîrê Derveya Iraqê got, ku wan ji alîyê asayişê ve ti valahîyek nîne û heger valahîyek jî hebe jî ew bi xwe dikarin vê valahîyê tejî bikin û pêwîstî tuneye, ku welatên cîranên Iraqê vî karî bikin.