Civak

Kargeheke li Hewlêrê mehane zêdetirê 10 milyon rûpêçan çêdike

Kargeheke çêkirina rûpêç û maskeyan li Hewlêrê hatiye damezrandin ku dikarê li mehek da zêdetirê 10 milyon rûpêçan çêbike.

Îhsan Tac xwediyê kargeha çêkirina rûpêçane li Hewlêrê û ragihandiye li kargeha wan da 90 karmend rojane kar dikin ku 55 ji karmendan kurin û 35 ji wan jinin. Rojane li dû demên cûda de kar dikin û li gel ewe da jî şanaziyê dikin ku hemû karmendên wan xelkê navxweyî ne û merca wergirtina wan jî hebûna regeznameya Iraqî ye”.

Xwediyê kargehê balkişandiye li ser wê yekê ku li kargeha wan da mehane zêdetirê 10 milyon rûpêçan çêdikin, li kargeha wan de 10 makîneyên çêkirina rûpêçan û 30 makîneyên çêkirina cilubergên tendirustiyê heye ku cilên neştergeriyê, seta neştergeriyê, bersingê neştergeriyê û cilên dijî pejik û virusan çêdikin. Maddeya xam jî ji sê welatan hawirde dikin”.

Her wiha Îhsan Tac behsa ewe jî kir ku “rojane zêdetirê 345 hezar rûpêç bi sê cûreyên cûda berhemtînin, li gel ewe da jî rojane 15 hezar cilên neştergerî û dijî pejik û virusan çêdikin û her wiha rojane 100 hezar lihêfên nexweşan jî çêdikin. Li paşerojê da bernameya me de heye berfirehtir bikîn û berhemên xwe zêdetir bikîn. Lê belê pêwîstiya me bi hevkariyan heye”.

Back to top button