Dosya

Karesata Qeladizê

Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di 43-ê saliya bombebarankirina bajarê Qeladizê, di daxuyaniyekê de şehîdên wê karesatê bi bîr tînr û dibêje ku bi xêra xûna wan şehîdan, îro Kurdistanê pêngavên mezin ber bi paşerojeke geştir diavêje.Teksta wê daxuyanyê:Di bîranîna 43-ê saliya bombebarankirina bajarê xweragirê Qeladizê ji aliyê rijêma Basê ya şoven ve, em ser û bejna xwe li hember canê şehîdên wê karesatê diçemîn in û bi qedir û hûrmet hemûyan bi bîrtîn in. Qeladizê ku hertim kelha berxwedan û rûbirûbûna dagîrkeran e, li ser dema şoreşa mezin ya Îlonê navenda zanîngeha êkane ya Kurdistanê bû, ew bibû navendeke diyar ya zanisî, ji ber hindê çavên Basiyan pê neradibûn.Îro, piştî 43-ê salan ji wê tawna hovane ya rijêma Basê, bi xêra xûna şehîd û mêrxasiya pêşmerge û xweragiriya gelê Kurdistanê û îradeyke bê hempa ya ji bo pêşkeftinê, Kurdistan xwediya bi dehan zanîngeh û navendên xwendin, zanist, fêrkirin û pêgehnaidnê ye û her sal bi hezaran kurên Kurdistanê di hemû waran de ji bo xizmet, avadankirin û pêşxistina welêt amade dikin.Di vê bîranînê de ku pêşmergeyê mêrxas û hêzên emnî û xwebexşên Kurdistanê, bi can û xûna xwe Herêma Kurdistanê ji metirsî û gefên terorîstan rizgar kir û teror û terorîst jinav diçin, bi xêra xûna şehîdên nemir yên Qeladizê û hemû şehîdên Kurdistanê, gelê me pêngavên mezin ber bi bidestxistina timama mafên xwe yên adil diavêje û bi hêviyek mezintir çav li paşerojeke geştir e.Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekîd dike ku, weke hertim, ew ji bona wan armancên ku bi hezaran kurên Kurdistanê canê xwe jê re kiriye qurbanî û di wê rê de xûn daye, kar dike û daxwazê ji hikûmeta Îraqa Federal dike ku, wezîfeya xwe ya exlaqî û qanûnî bi cî bike û lêqewmiyên hemû karesatên bi ser gelê kurd hatine tawîz/qerebo bike,Nemirî ji bo canê paqijê şehîdên Qeladizê û hemû şehîdên KurdistanêCivata Wezîrên herêma Kurdistanê24.04.2017

Back to top button