Konfiransa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Qamişlo…

Li Rojavayê Kurdistanê bajarê Qamişlo Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî bi sirûda Ey Reqîb dest pê kir.
Di konfiransê de, nûnerê serok Mesûd Barzanî Dr. Hemîd Derbendî, nûnerên Dem Partî, nûnerên sazî û dezgehan beşdar bûn.
Di konfiransê de hejmarek gotar hatin xwendin, peyama serok Barzanî ji aliyê Dr. Hemîd Derbendî ve hat xwendin.
Serok Barzanî di peyama xwe de dibêje: Piştgiriya her hewleke dilsozane ya yekrêziya gelê Kurd dikim. Hêvîdarin ev bibe bingeha siberojeke zelal ji bo Kurdên Sûriyê.
Serok Barzanî diyar kir ku Hewla yekrêziya Kurdan gaveke girîng û dîrokî ye. Spasiya hewlên hemû aliyan dikin ji bo vê konferansê.
Ji aliyê xwe ve, Mezlûm Ebdî fermandarê HSDê di axvtina xwe de got: Em spasiya serok Mesûd Barzanî li ser bicîkirina yekrêziya Kurdî li Sûriyê dikin. Diyar kir ku Pêwîstiya Sûriya nû bi destûrekî nenavendî heye ku hemû pêkhateyan li xwe bigire. Di Sûriya nû de divê mafên Kurdan werin parastin, ev jî daxwaza me ya sereke ye.
Fermandarê HSD diyar kir ku Konfiransa yekrêzî û helwesta Kurdî ne ji bo perçekirinê ye lê ji bo yekîtiya Sûriyê ye.