Cîhan

Kanada li Çolemêrgê neftê derxist

Kompanya Trillion Energy ya Kanadî ku li tirkiye çalake û li warê lêgerîn û peydakirina çavkaniyên neft û gaz de dixebite ragihand, hilkolîn û ceribandina wan ya li navçeya Rûbarok ya li parêzgeha Çolemerg temambûye û encama wê jî dilxweşkerin ku çavkaniyeke ber bi çav li yedeka neft li navçeya nefta Rûbarok da heye.

Kompanya Trillion Energy ku sedî sed beşên wê bloka neftî bi destxistiye, tekez li wê yekê dike bloka Rûbarok li rûyê jeolojî ve navçeyê neftî ya dewlemendên Herêma Kurdistanê ye, li aliyê Herêma Kurdistanê û çendîn kêlgehên mezinê neftî li gor standardên cîhanî heye. Trilllion Energy eşkere dike 45 kîlometir li başûrê bloka Rûbarok, kêlgeha nefta Bicîl heye ku bi tenê li yek bîrê da rojane 3.576 bermîl neft berhemtîne û xwediyê 100 milyon bermîl nefta yedege û kompanya Gulf Keystone birêve dibe.

Trillion Energy li beyannameya xwe da dibêje bi dûriya 65 km li Rûbarok, kêlgeha nefta Etrûş heye ku xwediyê 2 milyar bermîl nefte û çareka çarema sala 2019 rojane 41 hezar û 700 bermîl neft lê berhem hatiye. Beyannameya Trillion Energy her wiha balê dikşîne li ser wê yekê ku li dûrî 75 km li Rûbarok kêlgeha Swaretîka heye ku rojane 21 hezar bermîl neft lê berhem tê.

Back to top button