Civak

Kalkan : Me li Cizîrê xeletî kir

Ji serokên KCKê Duran Kalkan, hevpeyvînek ya xwe de behsa rewşa Cizîrê dike.Hevpeyvîna Kalkan di ANF de hatiye belav kirin. Kalkan di beşek axavtina xwe de dibêje: Me li Cizîrê xeletî kir. Me nizaniya dê dewleta Tirk bi vî awayek hovitî bê ser me û qetliamê bike.Berdewamiya axavtina xwe de kalkan dibêje: Emê tola Cizîrê vekin û dê çalakiyên wek ya Enqere berdewam bin.Ji berî her tiştekî Kalkan ji herkesekî behtir dizaniya ku, dewleta Tirk bi hovana şer dike û komkujiya  li Silopî jî pêk hat, li Surê pêkhart û li Cizîrê pêk hat niha jî dora Hezex e.Gelo Kalkan bi çi mejiyê dibêje me nizaniya dewlet bi vî awayî werê ser me? dixweyê operasyona ragihandina xweseriyê de gavên hevbeş hene ku Kalkan vê gotinêî dibêje.Di van kiryarên dewletê de KCK bi xwe jî berpirsiyare. Ew kesên biryara li ser ragihandina xweseriyê dayîn kêmasi wek hukumeta Tirk berpirsiyarin. Eger Kalkan di gotinên xwe de duristbe, bila doza lê borînê li miletê Kurd û ji Cizîrê û Silopî bike û rê nedaya ku Hezex çêbibe.Lê dixweyê armanc li gel dewleta Tirk bi plankirî qirkirina kurdan û fetisandina hestên netewî li Bakurê Kurdistanê ye.Kalkan cardin bingehê hemû xeletiyên xwe û rêxistina xwe pêwendiyên PDKê û AKPê ve girê dide. Pêwendiyên navbera hukumeta Kurdistanê û Tirkiye pêwendiyên aborine û ev pêwendi li gel gelek dewleta hene.Heger Kalkan encama pêwendiyên xwe û Îranê, rejima Esad û hukumeta nawendî ya Bexdayê binirxînê, dê sedemên siyaseta ku li kurda dibe bar û herweha dibe sedemê kuştin û werankirina kurda li Bakur behtir eşkere dibe.Kalkan xeletiyekî dike, lê ji bo xeletiyên mestir hewldanên din jî dike.

Back to top button