Kakeyî: AKP siyaseteke du rûyî diajo
Nivîskar û siyasetmedarê başûrê Kurdistanê Felekdîn Kakeyî, di nivîseke xwe de behsa siyaseta AKPê a di warê çareserkriina pirsa kurdel i Tirkiyeyê de dike û dinivîse ku, siyaseta dualî a şer û aşitiyê ku niha AKP li Tirkiyeyê li ser dice, divê bi dawî bê û siyaseta diyaloga ji bo aşitiyê bi der ber xwe:
– Di netîceyê de dive her diyalog û aşitî bibe nexşerêya yekalîkirina rewşa aloza Tirkiyeyê. Ji gotinên Enqereyê em wusa hest pê dikin ku hikûmetê bi du rûyan ji bo çareseriya pirsa kurd dixebite, lê çavdêrên siyasî wusa dibînin ku tenê rûyê şer diyar e. Vêça di nav welêt de ne bi tenê pirosesa vebûna demokratîk li ber kurdan daxistiye, lê belê hemleya girtina çalakvanên siyasiyên kurd jî ji aliyê dewletê ve berdewam e.
Kakeyî di bêje ku divê hikûmeta Tirkiyeyê siyaseta xwe biguhere û yek rê ku, ew jiya rêya diyalog û aşitiyê ye bide berxwe û pirsa kurd çareser bike:
– Siyaseta hem şer û hem diyalog ji bo tu kes sernakeve, û heta nuha jib o tu kes lit u welatan ew siyaset biserneketiye. Divê ew siyaset li cîyekî rawest û bi tenê diyalog û aşitî bimîne. Diyalog jî digel BDP, PKK û partî û aliyên din yên kurdî li Tirkiyeyê be. Bi amin dema wê werçerxanê hatiye.
Felekdîn Kakeyî dibeşeke din a nivîsa xwe de dibêje ku hikûmeta Receb Teyb Erdogan piraniya pirsgirêkên navxweyî li Tirkiyeyê, kêm-zêde, şareser kirine:
– Lê mezintirîn pirsgirêka navxweyî li Tirkiyeyê ku pirsa kurd e, hêşta li cîyê xwe bêy çareserî maye.