Cîhan

Kadafî dixwaze şer bisekine

Li gora nûçeya Voa, wezîrê Derve yê Yunanî Dimitris Droustas roja Yekşemê got, wiha xuya dike ku karbidestên Lîbyayî çareserîyek ji şerê çekdarî yê ligel hêzên dijî Qezafî re dixwazin.

Wezîrê Derve Droustas gotinên xwe piştî hevdîtina xwe bi Wezîrê Derve yê Lîbyayê Abdul Atî El Obeydî dîyar kir.

Hevdîtinên navbêra her du alîyan li ser daxwaza Lîbyayê hate kirin. Yunanîstan endama Yekîtîya Ewrupa û NATOyê ye hevalbendeke nêzîk ya Lîbyayê ye.

Karbidestên Yunanî dibêjin, birêz Ubeydî jibo çarserîyê her wiha serêdana Malta û Tirkîyê jî bike.

Back to top button