Îdia: Ak-Partî û PKK-ê li hev kirin
Berendamê Parlementoyê ji listeya MHP-ê û serokê Entituya Tirkiye ya sedsala 21-ê, Dr.Umit Ozdag di daxuyaniyek ya xwe de behsa rewşa pêwendiyên di nav Ocalan û hukumetê de kirin. Li gor Ozdag Ocalan û hukumetê di derbarê amadekirina desturek nû de li hev kirine û eger hukumet ji berî hilbijartinê vê desturê eşkere bike, Ak Parti barajê derbas nake û nakeve di parlementoyê de.
Herweha Ozdag îdia dike ku, dê piştî hilbijartina desturek nû bê amadekirin û piştî vê jî dê Ocalan ji Îmralî derkeve û di bin çav de li mala xwe bimîne.
Ozdag berdewambûna îdiayên xwe de dibje:
“ Protokolek di nav Abdullah Ocalan û hukumetê de hatiye çêkirin û ev protokol jî eve:
1. Bila opersyon biseinin. Ji xwe hêdî cendirme li rojhilatabaşûr lêgerinan nakin.
2. Ev destur mafên çandî dide kurda.Em dizanin gotina miletê Tirk ji desturê tê derxistin.
3. Ihtimala afuyek giştî jî ji bo PKK-ê derêxin geleke. “
Ev îdiayên Ozdag rojeva siyesî de deng da û gelek kes jî ji bo rewşa Ozdag û kesayeta wî van gotinên wî gelekî berbiçav nagirin.