Nivîsar

Jiyana Jina Jinebî

 

Di civaka me Kurd de, zehmetiya jiyana jinebiyan li ber çavan e. Her çiqasî ew hay ji xwe hebin jî, di çavên derdorê de mixabin berpirsê namusa xwe ne.

Jin berî ku bibe jinebî, mêrê wê ger nexweş be jä, çi be jî, bi kêrê parastin û berpirsyariya xwedîlêderketinê ye. Eger nebe jî, ji xelkê re ne girîng e. Bi gotineke folklorî: ”Mêşeke li diwêr e û sola wê li ber derî ye.”

Jin ger li biyanê be, yan li nexweşxaneyan be, li kolanan be jî, wa ye û sola li ber derî ye. Tenêtîya wê ji zû ve dest pê kiriye, bi tenê ye û li ser lingan disekine,  berpirsyarê jiyan û malbata xwe ye. Eger ev hawe ji alemê re ne girîng be jî, wa ye mêşa li diwêr e.

Dan û sitendina wê, weke barê giran li ser milên w ye; fikr û ramana aborî, fikra zarokan, ramana ewê ku çawa be, jiyan e!

Ewê çawa jin karibe bitenêtî û bihêsanî, di bin barê giran de rabe ser nigan? Divê ku ew li van hemûyan bifikire. Divê ku ew berpirsyarê nexweşê di malê de be. Ji birina nexweşî ya nexweşxaneyan bigir heta bi dermanakirinê, karê malê lid era hanê, ûn û hatina mêvanan li dera hanê, kirîn û firotin, êkirina xwarinê, paqijiya nava malê, mêzekirina li zarokan,  ev hemû di berpirsyariya jinê de ne. Lê belê ne giringe ji xelkê re, jin sola li ber der ye.

Pêdivî ye ku jin derdora xwe jî memnûn bike. Yek ku hat malê, divê ku li pêşber mahdxweş be. Eger jin ji bo yên hatî ne kêfxweş be, ne yeka baş e di çavên wan de. Eger new isa be, de wa ye mêşa li diwêr e. De bila Xwedê kêmaniya wê nede.

De icar mixabin û mixabin, eger malxwe û ber dilovanya Xwedê, jiyaneke din dest pê dike. Hingê jin dibe jinebî û navê wê li ser wê ye: Jinebî û Jina Jineb…

Kesek nabêje jinebiyê ku hêstên wê çine? Hest? Ma hestên jinêbiyan hene gelo?

Jinebî êdî ne mirov e, êdî  mafê jinebiyê nema, êdî jinebî bûye berpirsyara barê giran. Lê barê girantir, bûye bar namusê.

Jinebî dikevin binê çavên ku bi silewatên sextekariya hem jî bi kêşana nodûneh liban dikşînin.

Jinebî dikevine ber berjewendiyên di binê simbêlan de û lê dinerin hem jî dikenin.

Jinebî dema derdikeve ber rojê, sedûyek carê hesab bide. Yê ku heta niha hay ji jinebî û jiyana jinebiyan nebû, êdî haya xwe ji wan tîne. Gava ku pêwîstiyek êbibe û jinebî ji malê derkeve, deriyê xwe kilît bike û here deverekê, cinara wê dibirse, dibêje: ”Bi kû ve diî?

Gava jinebî dibêje: ”Ez ê herim bazarê.
Dibêje:
–         Hiiiii de baş e, oxir be.

–         
Gava jinebî hinekî din dimeşe, îcar berpirs avahîyê dipirse ka ew diçe kurê.

Ha wisan, ciran bi pozbilîndî li jinebiyan  dinerin.

Heta jinebî diçe bazarê, hûrûmûr ji zarûkên xwe re dikire û vedigere mala xwe, bersiva pirsên gewlekan dide.  Erê ji ber ku jinebî ye, divê hesab bide.

Ev jinebî, dixwazî bila karê wê çibe, bila rewşenbîr be, bila mamoste be, bila bermalî be, îi dibe bila bibe, ew “jineb ye.

Ji ewil ve navê jinebîya di civaka Kurdan de giran e,  ne xweş e, ev jî çanda me ye û nayê guhertin. Ev hawe ji ewil ve di berhemên niviskaran de jî cih girtiye.

Min di pirtûkekê de xwendibû ku “Awirên jinebîyan bera dû şopa lingê zilama dabû.”

Ya jin miriyek, yan jî ku jinebî hinek bedew be jî, xwedê jê sitend.

Gerek e jinebî yan xwe têxe heft qulan, dest û dawa xwe ji jiyanê biqetîne, yan jî êdî  divê ew here mêrekî jinmirî  bike. Mafê jinebiyê yê ku ew jî weke her kesî bijî tune.

Eger jinek jinebî be, gava ku dostek hevalek l rast dibe û li halê wê dipirse, divê ew li çavên wî nenere û biaxive. Yanena, eger jina wî dit an jî yekî din lê rast hat, ewê hema li lê qisur bibîne…

Welhasil gerek e jinebî nejîn, ne xwediyê xwe û tu mafî bin.

Jinebî ketin û mirin e. Ew di vê civaka me ya ku em azadiyê dixwazin de, em dibêjin demokratîzm, em dibêjin Kurd ji aliyê mejî ve biserketine, lê xuyaye ne rast e. Mafê jina jinebî tune.

Divê ku mavê jinebiyan jî, li ber çavan bêne girtin.

Amed 21/ 10/ 2013

Zînê Amedî

 

Back to top button