Ji Suzana Barmanî CD û Ji Yusef DVD yek nu
Wek mijarên çanda kurdî yên din mijara muzîk û hunerî jî roj bi roj bi berhemên giranbiha, bi keda stranbêjên kurd dewlemend dibe.
Suzana Barmanî jî di nava hewildanên giran de li du hev bi berhemên xwe mûzîka kurdî bi piralî dewlemend dike. Ji bo nûjen kirin û dewlemend kirinê têkoşîn dide.
Suzana bi stranên xwe dibe dengê evîn û evîndaran, dengê azadîxwaz û aştîxwazan. Efrîn û Amedê, Hewlêr û Qersê bi muzîk û dengê xwe digihînê hev, rengek nu dide wan.
Lê berhema dawî, CD û DVD ya Suzana û Yusef ev beşa mûzîkê bi agahdarî, bûyer û wêneyên Kurdistanê bi rengek xweş derxistine holê. Gavek pîroz avêtine.
Pirsan diafirînin. Bi deng û muzîkê mirov dibin li bajar û gundan, li deşt û çiyayan, li başur û bakur digerînin. Gera di nava hasten kurdî û pir çandî de, tarî û ronahî li gel hevin.
Suzana bi dengêk zelal bi devoka başûrê rojava form û rengek xweş dide stranan. Balence û Zerî di dilê mirov de bi dengê tembûrê gul vedide. Carna stranên wî dibin gul carina jî dibin gule. Dengê Suzana û dengên alavên muzîkê wisa xweşik diherikin ku guhdarkirin bi sere xwe kêfxweşiyek dide mirov.
Ev demek dirêje stranên Suzana yê guhdarî dikim. Gav bi gav xwe nu dike, pêş de diçe. Di nava lêgerînên gelek kur de hunera kurdî dewlemend dike. Carna bi deng û muzika wê re diçim ber bircên Amedê, carna jî dengê muzîka cîranan min dibe nava bûyerên dîrokê. Bi hunermendî, dengê têlên tembûrê rengêk xweşik dide jînê. Dengek ji Kurdistana başurê biçuk wek berfînê sere xwe bilind dike, li dilan dixe ol dide. Kilama Lawikê Metînî bi deng û muzîka Suzana yê şêrîntirîn dibe. Stranbêj stranên bajar û heremên cuda cuda bi dengê alavên muzîkê bi pir dengî bi formek nu li hev dilefîne nûjen û dengdar dike. Stranên kevn û nu di nava hev de li du hev diherikin. Hemdemî û nostajî bi hev re hatine girêdan. Bi muzîka cîranên kurd hin stran rengên xweş didin albûmê. Wek forma demokrasîya pirdengî, pirçandî, pir zimanî.
Ev demek gelek dirêje CD û DVD li ber destê min in. Direktorê DVD Maria Rinaldo ye. Nizanim ev cara çendane ku li DVD temaşe dikim. Min û şagirtên xwe me bi hev re jî li vî berhemê temaşe kir. Bi rastî reng, bûyer, ziman û bi navaroka xwe bi agahdariyên gelek balkêş dagirtî ye. Bi pirzimanî û bi kurdiyek gelek têkûz hatiye amadekirin. Mirov dikare CD û DVD yê di dibistan de jî wek alavên dersê bi kar bîne. Ziman rewan, sivik û baş e. Bi kedek gelek dûr û dirêj, bi dehan kesên zanayên biyanî û bi sazûmanên Swêdî re xebatek weha bi tenaserê xwe karek giranbiha ye. Mirov dikare di dibistanan de DVD yê wek mijara li ser kurdistanê agahdariyê bi kar bîne. Bi al, nexşe û bûyerên dîrokî navarok hatiye xemilandin.
CD û DVD bi xebatek hevbeş û bi gelek rêxistênên cuda cuda hatine afirandin. Wek; Svenska Filminstittet, Svt, ABF, Borlänge, Barmani Production û Documentary group.
Pêwistîya hunera kurdî bi karên weha heye. Bi van hewildanan muzîk û hunera kurdî dewlemend û nûjen dibe. Hun her bijîn…
Zêde agahdarî û navnîşanên xwestinê: www.barmani.se
Naxos Sweden AB, Kryptongatan 6, 703 74 Örebro
Tel: 019 – 20 68 70, [email protected]
EuroKurd News – B. Welatevin