Civak

Hevpeymaniya Kurdistanî li dijî hilbijartinan derket

Li dor pirosesa hilbijartinan li herêma Kurdistanê ku, hijmareke mezin a kurdan ji dengdanê bê par bûn,  Lîsteya Hevpaymaniya Kurdistanê nameyeke nerazîbûnê ji komisyona bala a  serbixwe a hilbijartinan li Îraqê re şand:

Bo komisyona bala a serbixwe a hilbijartinan li Îraqê

Silav û rêz

Piştî pêdaçûn û lêkolîna pirosesa dengdanê bo parlamentoya Îraqa federe, ji bo me diyar bû ku li sînorê wîlayeta Duhokê bîst (20) hezar dengder û li wîlayeta Hewlêr-Mexmurê jî çil û sê (43) hezar dengder û li Silêmaniyê, Kerkûkê, Diyalayê û deverên din yên veqetandî navê gelek hevwelatiyan di lîsteyên dengdanê de diyar nebû û ji dengdanê bêpar bûn. Heta ji dengdana bi şert jî hatin bê par kirin.

Em weke Lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanî li dor vê yekê nerazîbûna xwe diyar dikîn û ev kiryareke dijî dengderên herêma Kurdistanê û helwestekî siyasî li pişt vê meselê ye. Em dixazin vê meselê ji me re zelal bikin û di vî warîde agahiyên pêwîst bidin me. Eger ne wisa be em encaman pesind nakin û dê helwestê xwe diyar kîn.

Lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanî

7.3.2010

Back to top button