Polîtîk
Ji Serfermandariya Tirkiyê daxuyaniya Qilebanê hat

Serfermandariya Tirkiyê di daxuyaniya xwe de angeştên rojnameya Wall Street Journalê diderewîne û wiha dibêje, “nûçe rastiyan nîşan nade.
Di bûyerê de dîmenên ewil, ji aliyê wesaîtên ayda Hêzên Çekdar yên Tirk, bi wesaîtên hewayî yên bêmirov ve hatibûn tesbît kirin. Ji derbarê bûyerê de agahiyên
berfireh, meqamên ku bûyerê lêkolîn dikin re hatine şandin.”
Çend roja berê, rojnameya Amerîkî a herî zêde tê firotin, xwe spartibû hin rayedarên Amerîkî û nivisandibû ku, rayedarên Amerîkî yên bi rayedarên Tirk re îstixbaratê parve dikin eşkere kirine ku, îstixbarata Roboskiyê wana daye Tirkiyê.