Cîhan

Felah Mistefa: Li Enqereyê pirsa kurdî mijara sereke bû

Felah Mistefa serdana Barzanî bo Tirkiyeyê dinirxîne

Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê ku, bi Nêçîrvan Barzanî re li Tirkiyeyê ye, di daxuyaniyekê de ji çapemeniyê re behsa serdana serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir û got ku, Tirkiye giringiyeke mezin dide herêma Kurdistanê:

Di civînên serokê hikûmeta herêma Kurdistanê yên digel serokomar û wezîrê derve yê Tirkiyeyê de, behsa têkeliyên dêrîn û dîrokî yên di navbera Hewlêr û Enqereyê de kiriye. Pêşiya serhildanê û piştî serhiladana herêma Kurdistanê, her du alî bi dîtineke hevbeş li ser zêdetir geşepêdana wan têkeliyan kok bûn.

Zêdetir pêşxistina têkeliyên abûrî û bazirganî di navbera her du aliyan de, bi taybetî di warê hilbirîn û enerjiyê de ku, di salên borî de bingehekî saxlem bo wan peywendiyan hatiye danan. Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê ji berpirsên Tirkiyeyê re got ku, hikûmeta herêma Kurdistanê bi hebûna kompaniyên tirkî yên ku di warê hilbirîn, bazirganî û abûrî de li herêma Kurdistanê, kêfxweş e. serokê hikûmeta herêma Kurdistanê, herwesa ji berprisên tirkî re got ku, ew dixwazin beşdariya kompaniyên tirkî li herêma Kurdistanê bikeve di qonaxeke nû û berfirehtir de pirojeyên mezin û stratejîk dest pê bikin.

Li dor pirsa kurdî li Tirkiyeyê jî, berprisê pyewendiyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê got:

Ev pirs kmijareke serke ya minaqeşeyên navbera her du aliyan bû, di vî warî de serokê hikûmeta herêma Kurdistanê tekîd li ser wê yekê kir ku, pirsa kurdî li Tirkiyeyê bi şidet û bi rêyên leşkerî çareser nabe, pêwîste çareserkirina vê pirsê, pirsa kurdî, bi tenê bi rêya siyasî, aşitî û diyalogê be.

 

Back to top button