Cîhan

Ji sedî 76ê Filistîniyan piştgiriyê didin Hamasê

Di êrîşên Hamasê yên 7ê Cotmehê de 1200 Îsraîlî jiyana xwe ji dest dan. Anketên nû hatin çêkirin da ku eşkere bikin bê ka Filistîniyên li Xezze û Şerîeya Rojava li ser êrîşên Hemasê yên li ser niştecihên Îsraîlê çi difikirin.

Nêzîkî ji sedî 60 ji beşdarên anketa ku ji hêla Koma Lêkolîn û Pêşketinê ya Cîhana Erebî (AWRAD) ve di hefteya yekem a Mijdarê de hat kirin, gotin ku ew “gelek piştgiriyê” didin êrîşên Hemasê yên 7ê Cotmehê.

Ji sedî 16 “piştgiriya nerm” da êrîşan. Yanî ji sedî 76ê Filistîniyên li Xezze û Şerîeya Rojava piştgirî dan êrîşên Hamasê yên 7ê Cotmehê.

Rêjeya kesên li dijî êrîşan ji sedî 13 ma, ev rêje di nav xelkê Xezzeyê de ji sedî 21 hat pîvandin. Ji sedî 98 ê kesên ku beşdarî anketê bûne gotin ku ew bi Filistînîbûna xwe serbilind in, ji sedî 76 jî gotin ku Hamas “rolek erênî lîzt”.

Rojnameya Haaretz a Îsraîlî li ser encaman analîz kir û diyar kir ku di anketê de nimûne kêm in û li Xezzeyê nêzî 1 mîlyon kes neçar man malên xwe biterikînin.

Tevî vê yekê jî rojnameyê îdia kir ku meyla di anketê de gelekî xurt e û guhnedana wê “pir hêsan e” û bi bîr xist rêjeya kesên ku xwe wek alîgirên aştiyê pênase dikin li Îsraîlê di bin ji sedî 20 de ye.

Back to top button