Piştî vekirina derî li pêşiya çekdarên PKKê yên ji Şingalê û heta niha, nêzîkî 650 çekdar cuda bûne û 450 ji wan tevlî Hêzên Pêşmerge bûne.Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê Qasim Dirbo ji malpera KDP.info re ragihand: “Cudabûna çekdarên hêza YBŞê ya ser bi PKKê ve, berdewam dike û ew çekdar tên û tevlî Hêzên Pêşmerge dibin. Ji destpêka vekirina derî li pêşiya çekdarên PKKê û heta niha 650 çekdarên YBŞê cuda bûne û 450 ji wan formên xwe dagirtine û 200 jî li malê xwe ne. Helbet berdewam pêwendiyê bi me re dikin, ji bo ku perwerdeya leşkerî bibînin û bibin Pêşmerge.”Li gorî zanyariyên Dirbo, niha navendeke leşkerî ji wan re tê avakirin, da ku ew çekdar perwerdeya leşkerî bibînin û biryar e di çend rojên bê de ew amadekarî bidawî werin û perwerdeya wan dest pê bike. Herwiha ew çekdarên ku li cem PKKê mane eger perwerde dest pê bike dê ew jî cuda bibin û bên û bibin Pêşmerge.”

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: