Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, êrîşa teroroîstiya doh li bajarê Stokholmê, paytexta Swêdê qewimî,bi daxuyanyeke nivîskî şermezar dike û sersaxiyê li malbatên qurbaniyên wê kiryara terorosîtî û gel û hikûmeta Swêdê dike.Teksta daxuyaniyê:Em, kiryara terorîstiya doh li cadeyeke gelek bi qerebalix, li naverasta bajarê Stokholmê qewimî ku kamyunekê da ser hevwelatiyan û hijmareke kuştî û birîndar kirin, bi dijwarî şermezar dikin û sersaxiyê li malbatên qurbaniyên wê kiryara terorîstî û gel û hikûmeta Swêdê dikin, hevxemiya xwe bi wan re parve dikin û çakbûneke lezgîn ji birîndaran re dixwazîn.Di demekê de ku terorîst li bereyên cengê dişkên û jinavdiçin, ew hewil didin, li her deverê be û bi her awayê destê wan biçe, kiriyarên terorîstîyên tirsinok zêde bikin. Ya ku doh li Stokholmê û beriya wê jî li deverên din yên cîhanê qewimî wê rastiyê nîşan dide ku xebatên berfirehtir û hevahengiyeke mezintir a navdewletî ji bona rûbirûbûna terorê û terorîstan divê hebe.Nêçîrvan BarzanîSerokwezîrê Herêma Kurdistanê08.04.2017

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: