Ji me re bibêjin destkeftên PYD çi ne?
Ev demeke beşek ji berpirs û medyakarên Yekîtî(YNK) şerê ragihandinê li dijî siyaset û armancên Partiya Demokrata Kurdistanê destpêkiriye bi taybetî li meseleya PYD û Rojava.
Me hemûyan pir bi dil pê xweşe li hemû perçeyekî Kurdistanê de destkeftên siyasî ji bo gelê Kurd hebê û pêwîste piştgîriya wan bikîn. Hêvîdarîn ku gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê bigihe mafên xwe û wekî roja ronak jî diyare ku Partî(PDK) li van çend salên derbasbûyî çawa û çiqas yarmetiya xuşk û birayên li Rojavayê Kurdistanê kiriye.
PDK bi kirdarî li qada siyasî û dîplomasiyan û li ser erdê rastiyê de yarmetiya aliyên Kurdên Sûriye kiriye bi PYD ve jî û PYD gelek baştir ji hemûyan dizane ku PDK çi ji bo wan kiriye û çawa yarmetiya wan daye û rê ji bo wan xweş kiriye. Yarmetî û piştgîriya PDK bi kirdar û bi bandor bûye, neku wekî hinek xelkan tenê bi axaftinê bûye.
Niha jî ew şaşiya ji bo piştgirîkirina takrewî û dîktatoriyeta PYD ji aliyê medyayên YNK ve tê dîtin bi rastî cihê pirsiyar û gumanê ye. Ewê ku ew dibêjin ji bo piştevanîkirina Rojava tenê vê nasnameyê hildigrê ku bibêjîn ji ber ku piştevaniya li hêzek dikin ku dijî yekrêziya Kurde li Rojava.
PDK li Rojavayê Kurdistanê kêşe li gel tu aliyek de tûne. Kêşe dema dirust bû ku PYD pabend nebû bi peymanek ku wî bi xwe îmza kiribû. Eger PYD vegerê yekrêziya navmala Kurd wê demê PDK piştgîriyê lê dike û wekî berê yarmetiyê didiye. Eger PDK têbînî û rexne li PYD hebê bi sedema tevgera vê partiyê bûye, bi sedema binpêkirina yekrêziya Kurdên Rojava û piştguhxistina peymana Hewlêrê bûye. Bi sedema ewe bûye ku PYD bi zexta çek û hukma dîktatoriyê û tirsê xwe li ser Rojava de ferz kiriye. Bi sedema ewe bûye ku PYD şûna destkeftê ji bo gelê xwe bi dest bîne, xizmeta rejîma Sûriyê kiriye û xwe kiriye beşek ji rejîma Bees.
Li van dû salên dawî de û piştî van hemû binpêkirinan PYD ku beranber yekrêziya mala Kurd encam da ji bo çi ew birader lê bêdeng bûn? Bila ew rêzdar pirsiyar li PYD bikin ku ji bo çi pişta xwe dan peymana Hewlêrê? Ji bo çi kadîr û têkoşerên partiyên din teror kirin? Ji bo çi nahêlin ji bilî wan kes li Rojava hebê? Ew şerê bi lez li gel îslamiyên tundrewan destpêkir ji ber çi bû û bi navê çi bû û li berjewendiya kî da bû? Bila ji wan bipirsin gelo ji bo yek deqîqe jî şer li dijî rejîma Bees kirine? Bila wan pirsiyaran jî li PYD bikin ku li beranber şikandina yekrêziya gelê Kurd û ew xizmeta wan pêşkêşî rejîmê kirin çi destkeftek ji bo gelê Kurd bi dest anîne? Eger destkeftekî têda heye bila ji bo me û gelê Kurdistanê jî bibêjin da ku em jî piştgiriya wan bikîn…