Cîhan

Ji Londonê bo Waşîngtonê

Civata wezîrên hikûmeta Kurdistanê biryar da ku, Beyan Samî Abulrehamn nûnera hikûmeta Kurdistanê ya Birîtaniyayê bibe nûnera hikûmeta herêma Kurdistanê li Amerîkayê û ji Londonê bo Waşîngtonê bê veguhastin.

Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragehand:

– Di çarçoveya xebatên hikûmeta herêma Kurdistanê li gor rênîşanderên birêz Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê yên ji bo pêşxistin û mokimkirina têkeliyên digel welatên cîhanê, û ji ber giringiya ofîsa hikûmeta herêma Kurdistanê ya Amerîkayê ku ev demek bû ew poste vala mabû, hikûmeta herêma Kurdistanê biryar de ku, Bayan Samî weke nûnera hikûmeta herêma Kurdistanê ya Amerîlkayê bê destnîşan kirin.

Beyan Samî Ebdulrehman ev çend sal bûn nûnera hikûmeta herêma Kurdistanê ya Birîtaniyayî bû, piştî pêkanîna kabîneta heştem ya hikûmeta herêma Kurdistanê bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî, Qubad Talebanî ku, hîngê nûnerê hikûmeta herêma Kurdistanê yê Amerîkayê bû, li ser lîsteya YMKê bû cîgirê Nêçîrvan Barzanî û ji hîngê were ew post vala mabû. Nuha hikûmeta herêma Kurdistanê ew post da Beyan Samî. lê vêcarê posta nûneratioya hikûmeta herêma Kurdistanê ya Birîtaniyayê vala ma, gelo kî dê wê postê pir bike?

Weke tê zanîn hikûmeta herêma Kurdistanê 14 nûneratiyên xwe li derveyê welkêt hene.

Back to top button