Ji kaniya edebiyat a devikî:Segvanê Xurikî

Ji kaniya edebiyata devkî berhemek giranbûha:
”SEGVANÊ XURIKΔ

Serpêhatiyên Kurdistanê ji rûpelên dîroka me ne. Bi rêya çîrokbêj û dengbêjên me, di nava civatê de têne gotin. Carna bi şêweyên çîrokan, li hinek herêman, çîrok bi gotinê dest pê dike û bi stiranê didome…

Serpêhatiyên me, di qonaxên dîrokî re derbas dibin. Bi hunera dengbêj û çîrokbêjên cewaz bi reng, bi xwîn û goşt dibin, dikemilin. Dendika çîrokê zêde nayê guhertin, lê zimanê wê bilind dibe û xîtabî rûhê mirovî dike. Dema mirov li wan guhdarî dike, wêneyên rengîn dibine mîna malikên fîlmên balkêş, dîrokî, kêşer, guhdar û temaşevanan bi xwe re dibine cîhana xwe.

Lê car caran, hinek ji wan serpêhatiyan dikevin ber pêla bêşensiyê. Beşek ji çîroka serpêhatiyê winda dibe û li dawiya xwe çend wêneyên kevnare, lê bi reng dihêle. Dibe çend bendên stiranekî û dighêjin roja me. Her bend û peyvek barkiriyê sirên bi salan in, bi wate û tam in.

Serpêhatiyên devkî dibin pirtûk 

Hejmarek baş ji serpêhatiyên me, îro ji windabûnê rizgar bûne. Bi destê nivîskarên pispor, weke orîjînala xwe hatine parastin, bûne pirtûk û dighêjin neslên nû.

Berhevkirina serpêhatiyan û xebata li ser serpêhatiyên devkî, çapkirina wan weke pirtûkan, sebir û zanabûnê dixwaze. Xebatên wisa berpirsiyariyên mezin dide ser milê nivîskar. Xurtbûna zimên,dîrok, nasîna devoka herêmê, berhevkirin û kurbûna li ser berhemê, hunandina wê bi zimanekî bilind, giring e. Ger û dîtina deverên serpêhatiyê dikare pêwîst bibe. Bi dîtin û guhdarkirina dengbêj û çîrokbêjên herêmê û tebîniyên dîrokî, xwezayî û cografîk dikare berhem bighêje deverekî bilind. Nasîna cî û nirxê sepêhatiyê di herêmê de jî dikare awirek balkêş bide nivîskar. Dîtîna porsipiyên herêmê û bîranînên wan li ser buyerê aliyekî din yê pirsê ye ku, dive bandore li berhemê bike.

Ev tev dibin alîkar ku serpêhatî, bi şêweyekî xurt, tekûz û bi zimanekî bilind têkeve ser kaxezê û bibe pirtûk.

Berhema “Segvanê Xurikî”

“Ehmed axayê bajarê Amûdê têra xwe bi hêz û naskirî ye. Ji ber pirsgirêkên malbatî, navbêra wî û biraziyê wî Osman axa ne xweş.

Rêvebirina gundan û axatî zêde bala Osmên nakşîne. Bêhtir bi seydê daketiye û sere xwe bi eşîrê nahêşîne.

Eşîra wî biryarê didin ku, keça Ehmed axayê apê wî, Qumrî Xatûnê, ji Osmên re bixwazin da ku nexweşiya nav wan rabe û Osman axa bi mal ve û karê eşîrê ve bêhtir bê girêdan.

Giregirên eşîrê rêya xwe digrin û li ser merşa Ehmed axayî rûdinin û keça wî ji biraziyê wî Osman re dixwazin. Ji xwe Qumrî Xatunê û Osman axa, ji pêçekê ve soza wan hatibû birîn.

Sed kîs û sed xelat qelen tê xwestin. Amadekariya daweta wan tê rojevê.

Emîn, paşayê keleha Mêrdînê û nûnerê sultanî li bajêr bû. Hesin bi sari dicût. Hetanî senceqa Xelef axayî jî di bin hikmê wî de bû. Xerc û beş distand. Kesê li dijî wî derdiket, mal, malbat, eşîr û gundên wan li ber lingan diçû.

Emîn Paşa emir dide lawê xwe, Çelebî ku jibo berhevkirina xerc û beşa ketiye para bajarê Amudê xwe amade bike. Çelebî, bi siwariyên çekdar berê xwe didin Amudê û dibine mêvanê Ehmed axa.
Xwarin û vexwarin tê pêşiya wan. Piştî xwarinê dixwaze here derve, destşokê û avekî birjîne. Lê dema Çelebiyê kurê Emîn Paşa çav li Qumrî Xatunê dikeve, hişê wî ji serî wî diçe, bi heft dilan dil dikeve wê û yekser tê hundir, emir dide siwariyan ku xwe amade bikin jibo çûyina bajarê Mêrdîn.

Çelebî bi rojan ji hundir dernakeve. Xwarin û vexwarinê li xwe heram dike. Hetanî Qumrî Xatunê jê re nexwazin, ew ê çi nirx û qiymetekî nede jiyana xwe.

Xeber diçe ji Emîn Paşa re. Radije siwariyên xwe û berê xwe dide Amudê, mala Ehmed axa. Li wir, bi çendsed kîsa zêdetir qelenê Qumrî Xatunê dide, amadekariya bilez ya bûkê tê kirin, wê li ser pişta hespê siwar dikin û berê xwe didine keleha Mêrdînê.

Osman axa pê dihese ku, apê wî lê qulipî ye û dergistiya wî daye kurê Emîn Paşayê Mêrdînê, Çelebî. Xwe amade dike û berê xwe dide Mîrdînê. Dibe mêvanê dostê bavê xwe, Garoyê Ermenî. Qasida wan dibe pîra Nura Belo û daxwaziya Osman axa, bi dizî ji Qumrî Xatunê re tê gotin.

Qumrî Xatunê li binya keleha Mêrdînê li benda pismamê xwe disekine. Osman axa, şerîtê jê re davêje. Bi şerîtê dadikeve jêra kelehê. Piştî kêfxweşî û laqirdiyan, li hespê xwe siwar dibin û ji wir dur dikevin.

Jina xweşik êşa serê mêran e. Pêşî diçin cem eşîretekî ereban, paşê xwe davêjin bextê Êzîdaxanê mala Hadî. Awirên Ebdulmûtalib û Hadî baweriyê nade Qumrî xatunê ku li wir bimînin. Pêşî xwarina xwe dixwin û paşê rêyekî dibînin û bi hevre, ji wan deveran dur dikevin. Dawiyê xwe li Keleha Xurikî digrin û xwe davêjin bextê serokê eşîrê, Segvanê Xurikî. Segvan, ji wan re dawetekî çêdike û herdu dighêjin miradê xwe.

Emîn Paşayê Mêrdînê dide pey şopa Osman axa û Qumrî Xatunê. Bi hêzek mezin tê ber keleha Xurikî. Xwediyê sozê berê û egîdê nasdar Segvanê Xurikî dê çi car dotmama Osman axa nede Çelebiyê lawê Emîn Paşa. Şer dest pê dike û giran dibe.

Segvanê Xurikî xeberê dide, eşîrên dost yên cînar ku werin bi hawarî wî ve. Lawek Segvan di şerde tê kûştin û du lawên wî hêsîr dikevin. Lê ew ji soz û peymana xwe nagere. Osman axa dadikeve meydana şerî hemberî Çelebiyê kurê paşê. Lawê paşê tê kûştin.

Şerê manû nemanê dest pê dike. Eşîrên cînar têne bi hawara Segvanê Xurikî, herdu lawên wî azad dikin, Emîn paşayê Mêrdînê û tevayê şervanên wî têne kûştin…”

Wêne û agehdariyên li ser devera buyer lê pêk hatiye, xurtbûna danasîna herêma Mêrdîn, devera Êzîdiya û derûdora Amûdê ji aliyê cografîk ve têra xwe xurt û rengîn in. Nivîskar ne tenê serpêhatiyê, lê belê li ser esasê zaniyariyên dîrokî, wêneyên balkêş yê bajêr, ji dema serpêhatiyê jî pêşkêş dike:

”Kî dibêje bila bibêje, em dizanin ku girê Amûdê ji qal û bela maye. Gir bê Amûd û Amûd bê gir nabe. Herdu nav divê bi hevre bin.
Di nav bajarê Amûdê çemekî boş û xurt derbas dibû. Ev çemê pak û zelal ji qontara kelaha Xurika derdiket. Çem ji sê kaniyan dizan. Kaniyek ji rojhilatê kelehê, yê din li rojava û yê din jî ji navê. Hersê kanî weke keziyên bûka xweş badayî li pêşberî kelehê dighiştin hev û xwe di dol û newalê re berdidan ser bajarê Amûdê…”

Di dema ku Segvan axa fermanê dide ji bo ku daweta Osman axa û Qumrî Xatunê bikin, amadekariya malê dibe beşek balkêş ji pirtûkê. Di demek wisa de ku, arteşa Emîn Paşa dikare were bi ser wan de û şerê wan bike jî, Kurd dikarin şahiyê bikin, dîlanê bikşînin û merdiyê nîşan bidin:

”Devê kewarê birincê vekirin, birek pezê bijarte serjêkirin. Denê dimsê, kewarê gûz û behîva vekirin. Beniyê gûzan, bastêq, hejîra bi zembîla li meydana dawetê danîn. Dahol û zirne, kemançe û tembûrvan anîn, li nava kelehê govend û dîlan xweş kirin. Dengê lîlandin, qêrîna zirnê, çingîna tembûrê, gurmîna defê, çivîna kemançê li nava kelehê li hev vedigeriya. Dengê xêlî û berbûya hevdu digirt, di ser bircên kelehê re li zinarên hember diketin…

Kezîzera hithitî
Li binya mala şemitî
Dawa taqî lewitî
Dilê lawik şewitî…”

Mirov dikare bêje ku nivîskar bi vê berhemê, ferhengek, ji peyvên winadbûyî, jibîrbûyî û pêwîst in berhev kiriye û di nava berhema xwe de belav kiriye. Ev aliyê berhemê nirxê wê bilind dike:

”Xercubeş, xurînî şikandin, tamtîtik, ponijandin, destavkirin, kil û kildank, dahfik, palûte, manîdar, coş û heyecan, heste û pîşo, herifandin…”

Mirov dikare bêje ku, berhema Segvanê Xurikî, serpêhatiyekî dîrokî û evîndarî, li ser bingeha çîroka wê ya eslî, bi zimanekî bilind, edebî û kêşer hatiye hunandin.

Nivîskar, serpêhatiyek dîrokî û evîndarî ji nû ve vedijîne, çîrokê bi orîjînala wê, bi şêweyekî pir xurtir pêşkêşî neslê nû û Edebiyata Kurdî dike.

Li gorî çand û hunera herêma çîrokê, carna bi gotinê pêşiya, biwêj û stranan kêşera wê bi mirovan balkêştir dike. Nivîsîna berhemê bi sebrê kemiliye, bi xurtbûna zimanê nivîskar û folklora Kurdî bilind bûye û bi zanîna li ser herêma serpêhatiyê nirxê xwe yê giranbuha girtiye.

Berhem 65 rûpel e û bi kurdî ye. Di dawiya 2011 de di nav weşanên Enstîtuya Kurdî li Stockholmê derketiye. Nivîskarê wê, Mistefa Cizîrî ye.

 

Analîz & danasîn: Gabar ÇIYAN

Nerîna min :