Parlementerê berê yê HDPê û serokê şeredariya Qersê yê berê Ayhan Bilgen ji HDPê veqetiya û bi daxûyaniyekî veqetandina xwe da xûyakirin. Bilgen di medya civaki de veqetandina xwe da xûyakirin û got“ Divê rêvî di rêya xwe de be“
Bilgen di daxûyaniya xwe de dibêje: Ez di sala 2007ê de bi hêviyek mezin bûm endam û îro jî ji bo hinek sedemên civakî û siyasî dawî li endametiya xwe tînim.Min pêwist dît ku ez tekoşîna xwe ya ji bo demokrasî û wekheviyê di platformek cuda de berdewam bikim.
Berdewamiya daxûyaniya xwe de Bilgen gazinda ji hinek aliyên di nava HDPê de dike û dibêje ku, gelek kesên xwe wek HDP yî didin nîşandan di media civaki de gelek bêbextî li min kirin û li dijê min kampanyayek a derewan vekirine. Ez hêvî dikim ku ev kampanya derewa piştî îstifa min dawî werin. Eger nebe ezê bersiva wan di dimnê mafên xwe yên wekheviyê de bidim.
Ayhan Bilgen Kiye:
Ayhan Bilgen sala 1970 î li Qersê li navçeya Sarıkamış / Qamuşan ji dayîk bûye.Eslê xwe Azerî Terekeme ye.
Sala 2014ê di kongreya HDPê de bû cigirê serokê HDPê û sala 2015ê ji bo parlementer û bû berdevkê HDPê. Di hilbijartinên 2018ê ji Qersê wek parlementerê HDPê hate hilbijartin û sala 2019ê ji HDPê bû serokê şeredariya Qersê.