Civak

Kosret Resul:Dest dana Dr. Firset Sofî em hemû xemgîn kirin

Serokê encûmena bilinda siyasî û berjewendiyên YNKê Kosret Resûl bi peyamekê serxweşî li malbata parêzgerê Hewlêrê kir.

Peyama Kosret Resûl waha ye:

Birêz kesûkar û malbata Dr. Firset Sofî

Mixabin nûçeya koça dawî ya parêzgerî Hewlêrê Dr. Firset Sofî min bîhîst, dilgiran û xemgîn bûm û ez hevbeşê xema we me.

Dr. Firset Sofî li erkê xwe yê parlamenterî û parêzgerê Hewlêrê de wek kurdeke dilsoz û xwedî awat û armanca wî xizmet kirin bû, ji bo wê jî ti tiştek li ser xwe nehêla. Ji dest dana wî windayiyek mezin bû û em hemû xemgîn û nîgeran bûn.

Ji ber koça dawî ya Dr. Firset Sofî serxweşiyê li kesûkar û malbata wî dikim, daxwaz ji xwedayê mezin dikim cîhê wî beheşt be.

Kosret Resûl Elî

Serokê Encûmena Bilinda Siyasî û Berjewendiyên YNKê

Back to top button