
Li gor ragihandina rojnameyên Brîtanî, Stêrknas Jessica Adams berê li şubata 2019 gelek hawar dikir ku virusek cîhanê belav dibe, lê kes guh nedaye, wê jî Londonê bi cîh hiştiye. Ew pêşbînîkare ku li ser bingehên stêrknasî û feleknasiyê pêşbîniyan dike û heta niha jî pêşbîniyên wê rast derketine.
Jessica Adams pêşbînî dike Korona heta demekê zêdetir dimîne û derziya Korona jî nayê çêkirin û fêr dibîn ku çawa muamele li gel wê bikîn.
Di derbarê hilbijartinên Amerîka jî dibêje: “Hilbijartinên Amerîka bi hêsanî birêvenaçê û egera paşxistina wê heye. Amerîka dibe xwediyê serkirdeyekî nû”.
Di derbarê derketina Brîtanya ji Yekîtiya Ewrûpa, ew pêşbînîkare ragihandiye, ji ber derketina ji Yekîtiya Ewrûpa, Brîtanya dibê çar welatên serbixwe. Her wiha pêwiste ewe jî bizanin ku li meha kanuna duyema sala nû da Brîtanya diçê qonaxa berî du hezar salan.