Nivîsar

ji bona kaos çê bibe êrîşa DAEŞ-ê û PKK-Haşdî Şabî li Iraqê, Sûriyeyê, Kurdistanê.

Şerê DAEŞê û şerê PKK-Haşdî Şabî jî li Iraqê jî ji bona ku hikûmeta Iraqê ava nebe û kaoeseke mezin derkeve. Tê zanîn ku Îran û hevalbendên wê ji encama hilbijartina giştî ya Iraqê ne rehetin.

Îbrahîm GUÇLU

Ez naxwazim ku DAEŞ çima ava bû û dewletan bi çi armancê DAEŞ avakirin analîz bikim. Lewra di derbarê DAEŞê de bi salan e ku analîz tên kirin. 

Lê di mijara DAEŞê de çend pirsên girîng hene. Divê ev pirs bên bersîv kirin.

Pirsa yekemîn: Emerîka û 56 dewletên hevalbendên Emerîkayê DAEŞ ji bona xwe dijmin îlan kirin. Lê li hemberî DAEŞê bi xwe şer nekirin. Emerîka û tîfaqkarên wan dewletên mezin bûn û xwediyê teknolojiyeke gelek mezin bûn û xwediyên çekên mezin, bi xwe li hemberî DAEŞê şer nekirin. Şerê DAEŞê xwestin ku bi destê hêzek din ya terorîst PKK bi awayekî wekaletê bimeşînin. PKKê jî bi hezaran ciwanên kurd ji bona berjewendî ûdesthilatdariya xwe ya otorîter û gurubî, ji bona berjewendiya Emerîka û dewletên hevkar bi Emerîkayê dan kûştin. Bi vî awayî dijminên kurdan hatin zêdekirin. Bi taybetî jî miletê kurd ji bona DAEŞê kirin armanceke domdar. Loma jî di destpêkê de DAEŞê li hembertî kurdan li Şengalê û li heremên din yên Kurdistanê qetlîam pêk anî. Zarok û jinên kurd revandin. Tiştên gelek xirab anîn serê wan.

Pirsa duyemîn: Emerîka piştî ku got DAEŞ qediya ye û bi hezaran malbat û DAEŞî dîl hatin girtin. Ew kesan neşandin welatên jêhatine. Li Kurdistanê Hesekî û li ciyê din zîndan kirin. Ev yekê diyar kir ku li Rojavayê Kurdistanê bi destên xwe û PKK/PYDê, wek çekên nûkleer bi cî kir.

Li Kurdistanê Hesekiyê çend rojan berê DAEŞê êrîşî hepisxaneyê kir. Gelek ciwanên Kurd hatin kûştin.  Bajarê kurdan Hesekî ket bin xereriyeke mezin.

Li vir pirsgirêke girîng ew e ku Hesekî di bin kontrola Emerîka û PKK(PYDê ye. bi hêzeke mezin tê parastin; kontroleke xûrt ya hewayî û îstîxbaratî heye;  ji aliyê din de DAEŞî çewa heta bajarê Hesekiyê hat û ketin nav hepisxaneyê pirseke gelek girîng e.

Divê di vê pirsê de Emerîka û PKK/PYDê hesap bidin. Lewra em dizanın ku PKK/PYD li Kurdistanê nahêle ku mirîşkeke kurdan bifire. Di wextêde de û bi lezûbez destwerdan dike. Heta li her malekê wek Baasê ji bona xwe sixûrek çê kiriye, ku nikare hatina DAEŞê tespît  bike. Ewqas hêzeke mezin ya DAEŞê çewa hat nav bajêr û hepisxane ye?

ENKS di daxuyaniya xwe de ji Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê daxwaz dike ku berpirsyariya xwe li ser parastina navçeyê û piştevanîkirina aramiyê bi rêya îdareyeke hevbeş bigre ser xwe, ku hemû pêkhate tê de beşdar bibin.

Herwiha daxwaz dike ku çareseriyek derbarê bi hezaran girtiyên DAIŞê de bibînin, ku niha li navçeyê ne û hikûmetên welatan werin neçarkirin ku welatiyên xwe werbigrin û dadgehî bikin.

ENKS ji Fermandariya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) jî daxwaz dike ku dawî li binpêkirinên PYDê bîne, ku bi navên cuda cuda ve azadî û karê siyasî û yekhelwestiya Kurdan dikin armanc.

Şeva pêncşemê zêdetirî 100 çekdarên DAIŞê êrîş kirin ser Girtîgeha Xiwêran, ku ji aliyê hêzên Kurdî ve li parêzgeha Hesekê tê birêvebirin. Li gor amaran, heta niha 45 şervanên HSDê û pasevanên girtîgehê di wê êrîşê de jiyana xwe ji dest dane û bi dehan çekdarên DAIŞê jî hatine kuştin. 

Pirsa seyemîn: Emerîka piştî demekê got ku DAEŞ hat qedandin. Lê demeke dirêj derbas nebû êrîşên DAEŞê li Iraqê û li Kurdistanê û li Sûriyeyê dest pê kir. Di hemandem de li Afganîstanê û li dinyayê gelek welatên din jî DAEŞ derket holê û li wan hemû welatan kaos çêkirin, qetlîam pêk anîn.     

Beriya demekê bi taybetî jî piştî hilbijartinên giştî li Kurdistanê DAEŞê dest bi êrîşan kir. Bi dehan pêşmergên Kurdistanê hatin kûştin. Li Kurdistanê xwest ku tevliheviyeke mezin pêk bîne. 

Pişt re jî, li hemû Iraqê dest bi êrîşekê kir. Loma jî li hemberî DAEŞê operasyoneke mezin li Iraqê û Kurdistanê dest pêkir û hîn jî didomîne.

Gelo DAEŞ neqediya be, Emerîka çima got ku DAEŞ qediyaye? Eger qediyaye gelo ji nûve çima derket rojevê û kî wan bi kar tîne, divê ev jî ji aliyê Emerîka ve bê diyar kirin.

Lewra di derbarê DEAŞê de zêdetir Emerîka xwediyê agahdariyê ye. Divê ev agahdariyên xwe bi dinyayê re, bi hemû dewlet û miletan re parve bikin.

Dema ku êrîşên DAEŞê li Iraqê û Kurdistanê xûrt bûn di hemandemê de PKK û Haşdî Şabî jî êrîşên xwe di domandin. Piştî êrîşa ya DAEŞê li ser hepisxaneya Hesekiyê, PKK-Haşdî Şabî êrîşî li Şengalê xwe xûrttir kirin û êrîşî pêşmergeyên Roj kirin. 

Gelo ev êrîşan sitfeyî li ev tên û bi hev re derdikevin û xûrttir dibin? 

Bersîva vê pirsê aşkere ye. Rêxistinên terorîst bi hev re tevdigerin. Baş tê zanîn ku beriya 2-3 salan PKK/PYD DAEŞî ji hepsê berdan, kirin leşkerên xwe. Yanî ew leşkerên bi pera yên Emerîkayê ne, DAEŞî ji kirin leşkerên xwe yên bi pera.

Şerê DAEŞê û şerê PKK-Haşdî Şabî jî li Iraqê jî ji bona ku hikûmeta Iraqê ava nebe û kaoeseke mezin derkeve. Tê zanîn ku Îran û hevalbendên wê ji encama hilbijartina giştî ya Iraqê ne rehetin. Erîşa PKK û Haşdî Şabî bir daxwaza malîkî dest pê kir.

Derbarê hewlên PKK bi derxistina şer ligel Hêzên Pêşmerge, Qayimeqamê Şingalê dibêje, PKK bi fermana Nûrî Malikî şerê Pêşmerge dike û Şingal ne cihê PKKê ye û divê zû ji navçeyê derkevin. 

Mehma Xelîl Qayimeqamê Şingalê ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro serê sibehê çekdarên PKKê li Xanesorê êrişî ser Hêzên Pêşmergeyên Roj kirin. Diyar e ew şer bi fermana Nûrî Malikî bûye.” 

Xelîl wiha got: “Kurdên Êzdî bi ti awayî hebûna PKK li Şingalê qebûl nakin û Şingal ne cihê wan e ku pirsgirêkan ji Herêma Kurdistanê û Şingalê re derdixînin, lewma jî em bi ti awayekî qebûl nakin PKK sivkayetiyê bi pîroziyên me bike.”

Qayimeqamê Şingalê ragihand: “Em rastî karesateke mezin hatine û em rê nadin ji ber berjewendiyên derve, PKK Şingalê rastî karesatekê bike û rê ji Malikî re veke ku bi Şingalê bilîze.”

Pisporek di warê siyaseta PKKê de, zêdetir tekez li ser gotinên Qayimeqamê Şingalê dike û ji malpera KDP.info re dibêje: “Ew karê ku çekdarên PKKê îro kirin, piştrast dikin ku ew çeteyên navdewletî ne û berdewam amade ne xwe bixin xizmeta berjewendiyên dijminên Kurdistanê.”

Diyarbekîr, 27. 01. 20022 

Back to top button