CîhanRojev

Ji bo yekxistina hêzên Pêşmerge, alîkariyên Amerîka û hevpeymanan dê berdewam bin

ha ya navçeyê û proseya çaksaziyê ya hêzên Pêşmerge de civiyan.

Wezareta Pêşmerge di derbarê serdan û hevdîtinên wezîrê Pêşmerge yê Kurdistanê Şoreş Îsmail de daxûyaniyek ragihand.

Wezaret di daxûyaniya xwe de dibêje: Wezîrê Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê Şoreş Îsmaîl û Rêkxerê Koşka Sipî yê ji bo Karûbarên Rojhilata Navîn Brett McGurk duhî 6ê Tebaxê li Washingtonê civiyan. Di civînê de her du aliyan tekezî li ser pabendbûna bi hevbeşiya di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de û jinavbirina yekcarî ya DAIŞê kirin.

Di beşeke din a hevdîtinê de, guftûgo derbarê giringiya yekxistina hêzên Pêşmerge di bin sîwana Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê de hatin kirin.

Tekezî li wê jî hate kirin, ji bo pêngavên proseya yekxistina hêzên Pêşmerge baştir û bilez pêk were, hevkarî û alîkariyên Amerîka û hevpeymanan dê berdewam bin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Pêşmerge, her yek ji Serokerkanê Pêşmerge Ferîq Rukin Îsa Iwêz û Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîka Beyan Samî Ebdulrehman di civînê de amade bûn.

Back to top button