Polîtîk

Ji bo serxwebûna îradeyek mezin li cem serok Barzani heye

Serokê Partiya Geşepêdanê ya Turkmanî Mihemed Enwer behsa pêşeroja Kurdistanê dike û dibêje, pir girîng e ku hemû aliyên siyasî pêkve biryarê li ser çarenivîsa siberoja Kurdistanê bidin, ku ew jî pirsa serxwebûna Kurdistanê ye.Mihemed Enwer ji malpera KDP.info re ragihand: “Ez wek Serokê Partiya Geşepêdanê ya Turkmanî di civîna di navbera şanda Şîeyan û partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê de beşdar bûm. PDK û YNK û partî û pêkhateyên din bi eşkere behsa serxwebûna Kurdistanê û mafê çarenivîsa Kurdistanê kirin. Ev yek jî nîşaneke erênî ye bo siberoja xelkê Kurdistanê. Herwiha serxwebûn û mafê çarenivîsê yê Herêma Kurdistanê mafê rewa yê Kurdistanê ye.”Enwer wiha got: “Di vê qonaxê de pir baş e ku em bi awayekî erênî berê xwe bidin projeyên niştimanî û hewl bidin aramiya siyasî li Iraqê cîbicî bikin, lê divê em kar bikin ku mafê xwe jî ji dest nedin û divê êdî em hemû aliyên siyasî pêkve kar bikin bo serxwebûna Kurdistanê.”Wî siyasetmedarê Turkman wiha domand: “Îradeyeke bihêz li cem Serok Barzanî heye ji bo pirsa serxwebûnê û bo komkirina aliyên siyasî, lewma jî pêwîst e aliyên siyasî ji aliyê xwe ve hewl bidin bo serxistina vê proseyê.” 

Back to top button